Di ser mirina Îpekê de 4 sal derbas bû

  • 09:03 18 Tebax 2024
  • Rojane
 
Gulistan Gulmuş
 
AMED - Di ser mirina Îpek Er ku ji aliyê gumanbar Mûsa Orhan ve destdirêjî lê hat kirin û piştre întîxar kir, dawî li jiyana xwe anî de 4 sal derbas bû. Lê Îpek a di encama bêcezahiştinê de hat qetilkirin, hîna hinceta têkoşîna jinane.
 
Li Kurdistanê bi taybte jin, ciwan û jinên ciwan di hedefa polîtîkayên şerê taybet de ne. Di alî şerê taybet de yek ji mînakê herî nez Îpek Er ya 18 salî bû.
Îpek Er ya li navçeya Qubîn a Êlihê dijiya, di 1’ê Tîrmeha 2020’an de ji aliyê çawîşê pispor Mûsa Orhan ve li Sêrtê destdirêjî lê hat kirin û di encama destdirêjiyê de Îpekê di 16’ê Tîrmeha 2020'an de întîxr kir. Îpek 34 rojan li nexweşxanê hat dermankirin û 18’ê Tebaxê de jiyana xwe ji dest da. Jinan ji bo Îpek bi rojan çalakî pêk anîn û hêrsa xweya li dijî bêcezahiştinê qêriyan.
 
‘Ez hatim asta Întîxarê’
 
Beriya întîxarê, Îpekê û malbata xwe ji bo gumanbar bê cezakirin hewld an. Îpek bi malbata xwe re çû Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê û gilî kir. Îpekê 7’ê Tîrmehê de di îfadeya xwe de gotibû: “Derman da min, ez ne li ser hişê xwe çûm, destdirêjî li min kir. Ez hişyar bûm min got te çima wisa kir wî jî got ‘ez ji dewletê re dixebitim, mereq neke ez ê bi te re bizewicim’. Piştre got ez ê te bişînim Îzmîrê cem xizmê xwe. Bîlet girtibû. Min got bişîne cem malbata xwe lê got niha nabe. Ez 1’ê Tîrmehê de çûm Îzmîrê. Ez li Mûsa geriyam lê min bersiv negirt. Piştre min xwe negîhandê. Ji wê rojê şûnde min xwe negîhandê. Min ji facebookê peyam şand bersiv nade. Psîkolojiya min xera bû. Ez dixwazim ev kes bi awayekî herî giran bêcezakirin. Ez şev û roj digirim. Hatime asta întîxarê.”
 
‘Hemû kesên bêdeng in'
 
Dayika Îpekê, Hekîme Kilinç jî di roportaja ku dabû ajansa me de gotibû wan serlêdana gilî kirine lê tu encam negirtine, kes xwedî li wan dernakeve û wiha gotibû: “Keça min 20 rojan li ber xwe da. Xwest dengê xwe bide bihistin. Mûsa Orhan keça min tehdîd dikir. Tiştên keça min jiyan giran bûn. Keça min întîxar kir. Hemû kesên bêdeng kujerên keça min in. Her kes bêdeng ma. Wekê din rê ji me re nehiştin.”
 
‘Jiyan û hêviya min têk birin’
 
Li ser gilîkirinê Mûsa Orhan gazî îfadeyê kirin û piştre hat berdan. Piştî vê Îpekê întîxar kir. Li pey xwe nameyek hişt û got: “Ez 18 salî li gund dijîm. Mûsa Orhan hêvî, xeyal û jiyana min têk bir, cîhana min hilweşand. Canê min diêşe. Ez xapandim. Ez birim mala hevalê xwe. Destdirêjî li min. Tehdîd kir û înkar kir. Hêviya min jiyana min têk bir. Ez wî efû nakim.”
 
‘Ez ê hesabê keça xwe bipirsim’
 
Dayika wê Hekîmeyê di serdana parlamentera berê ya Êlihê ya HDP’ê Feleknas Uca de wiha gotibû: “Kezeba min dişewite. Ez li her derê ruyê keça xwe dibînim. Keça min ji xwe hez dikir. Cil û bergên wê rojê li xwe kiribûn tê ber çavê min. Ez ê heta dawiya jiyan axwe hesabê keça xwe bipirsim.”
 
Parlamenera berê ya HDP’ê Feleknas Uca jî der barê berdana Mûsa Orhan de, ji bo wezîrê dadê Abdulhamît Gul bibersivîne pêşnûme da serokatiya meclîsê. Lê wezaretê pêşnûme bi hinceta ‘zimanekî mirov diêşîne hatiye bikaranîn’ radest kir.
 
Ji destpêkê heta dawî bê cezahiştin
 
Gumanbar di 19’ê Tebaxê de hat girtin. Li ser îtîraza parêzerê gumanbar Mehmet Erkan Akkuş, di 25’ê Tebaxê de biryara tahliyeya gumanbar hat dayîn. Yekemîn runiştina doza Mûsa Orhan jê dihat darizandin di 16’ê Cotmeha 2020’an de li yekemîn dadgeha ceza giran a Sêrtê hat dayîn. Rûniştina biryarê jî di 3’ê Kanûna 2021’ê de hat dayîn. Heyetê ji sucê îstîsmara zayendî 12 sal ceza xwest. Lê ji rewşa baş daxistin 10 salan. Biryara negirtî darizandinê hat dayîn. Di encamê de gumanbar li derve digere.
 
Gumanbar bê ceza hat hiştin lê li jinên ku ji bo Îpek Er têkoşîn meşandin ceza li wan hatin barîn. Li Êlihê di navbera 31’ê Gulan-1’ê hezîrana 2022’yan de di operaysonên hatin binçavkirin de ji 19 jinên hatin binçavkirin, hevseroka berê ya HDP’a Êlihê Fatma Ablay û aktîvîstên TJA’yê Şîrvan Goçer û Leyla Bayram hatin girtin. Jin piştî 8 mehan şûnde hatin berdan.
 
Li Ezgî Mola, Farah Zeynep Abdullah û Hazal Kaya doz
 
Ezgî Mola yek ji kesên ku bertek nîşanê rewşê da bû û li ser X berteka xwe bi parvekirinekê nîşan da. Li ser vê parêzerê gumanbar, der barê Ezgî Mola de doz ve kir û 6 hezar û 960 lîra cezayê pere li Ezgî Mola birî. 
 
Bi armanca piştigriyê, Farah Zeynep Abdullah jî parvekirinek kir û der barê wê de jî serlêdana sûc hat kirin û doz hat vekirin.
 
Hazal Kaya jî bi armanca piştgiriya Ezgî Mola parvekirin kiribû û der barê wê de jî doz hatibû vekirin.
 
Li HDP’iyan cezayê pere
 
Bi pêşegiya HDP’a Êlihê ve bi armanca protestokirina destdirêjiyê çalakî pêk hatibûn û der barê 18 kesên tevli çalakiyê bibûn de her yekê 900 TL bi giştî 16 hezar û 200 Tl cezayê pere hat birîn.