Dengbêj Mukaddes: Derdê îktidarê zimanê me ye

  • 09:03 16 Tebax 2024
  • Çand û Huner
 
WAN - Dengbêj Mukaddes a li Wanê dijî, bal kişand ser zext û zordariya dewletê ya li ser zimanê kurdî ya ji berê heta niha û got, “Êrîşên hikûmetê li dijî hemû tiştên me ne. Pirsgirêka wan zimanê me ye. Derdê îktidarê zimanê me ye. Ew nikarin zimanê me qebûl bikin."
 
Êrîşên dewletê yên li ser ziman û çanda kurdî ji demên berê ve bênavber berdewam dikin. Dema mirov li dîrokê mêze bike sînorê herî bilind ê êrîşên li ser zimanê kurdî weke qedexekirin û êrîşên li ser stranên kurdî dikare bê hesibandin. Di salên 90'î de carna kasetên ku tê de stranên kurdî hebûn jî dihatin qedexekirin loma gel ev qaset vedişart. Dema ku em li demên dawî dinêrin, bi zelalî tê dîtin ku êrîşên li dijî zimanê kurdî her ku diçin zêde dibin. Biserdegirtina govenda kurdî, girtin, binçavkirin û akirina hişyariyên trafîkê yên kurdî êrîşeke din a li ser ziman e.
 
Dengbêj Mukaddes ku li Wanê dijî, der barê zexta zîhniyeta serdest a mêr a li ser jin û hunera jinê û bêtehamuliya hikûmetê ya li hemberî zimanê Kurdî ji ajansa me re axivî.
 
'Hewl didin me tine bikin'
 
Dengbêj Mukkaddes, diyar kir ku çanda dengbêjiyê bi nalînên dayikan hatiye heta roja îro û got:"Di wan rojan de dawetên me hefteyekê, deh rojan, carinan bîst rojan û heta çil şevan dom dikirin. Govend dihat gerandin û stran dihat digotin . Yanî yek ji sedemên ku zimanê kurdî heta roja me ya îro maye jî dayikên dengbêj in. Dengbêjan ev yek heta îro neanîbû, îro em ê nebûna. Desthilatdariya îro hewl didin me tune bikin, em ji bo ziman, welat û hebûna xwe têdikoşin. Niyeta wan tunekirina me ye."
 
'Jinên Kurd heta roja îro têkoşiyan'
 
Mukaddes destnîşan kir ku kes nabijêre ku dê ji kîjan nijad û neteweyê çêbibe û got:"Di civakê de dihat gotin dengê jinekê guneh e ku mêr bibihîse. Eger guhdana dengê jinekê guneh e, wê demê ma ne guneh e ku jin dengê mêrekî bibihîse? Xwedê jin û mêr wek hev afirandiye û tu kes ji kesî ne serdestir e. Çima Xwedê mêran efû dike lê jinan efû nake? Barên giran her tim li ser milê dayik û jinan e. Bi qasî ku ez dibînim û tê bîra min, carek berê, serê sibê, mêran dîs û dasên xwe dibirin û diçûn giya û genim diçandin, kepçeyên xwe hildidan û diçûn giyayê av dikirin, jin jî li wir diman. Jin serê sibê zû şiyar dibû, nivîn çêdikir, xwarin dida zarokan, dewarê xwe diçêrand. Jinan mast û penîr çêdikirên. Ji xeynî westandina tevahiya rojê, dema mêr dihat malê ji hevjîna xwe pirsa 'Şîv çi ye, tu çi çêdikî' dikir. Li gor zihniyeta baviksalarî  diviyabû ku jin xizmeta mêr bike û hemû daxwazên wî bi cih bîne. Jinên Kurd van hemû zehmetiyan jiyane û heta roja îro têkoşiyane."
 
'Tu kes nikare me tine bike'
 
Mukaddes bi bîr xist ku demek berê kasetên kurdî jî qedexe bûn, Mukaddes diyar kir ku her tim bi kurdî axivîne. Mukaddes diyar kir ku bav û kalên wê jî kurdî diaxivîn û wiha got: “Em bi tirkî nizanin, em ê çi bikin? Ji ber berê qaset qedexe bûn vedişartin û di sobeyan de dişewitandin. Min tiştek bi qasetên xwe nekir. Min got, ger ev qaset bê qedexekirin û xwediyên wê bên girtin, ez jî wek wan têm girtin. Niha 300 qasetên kurdî li cem min hene, hemû di sînga min de veşartî ne. Dema ku ez dimirim, mîrateya min tenê qaset û wêne ne. Min heta îro parastiye û ji niha û pê ve jî em ê biparêzin. Niha ez dibînim ku dewlet êrîşî ziman û govenda kurdî dike. Ev çanda me ye, ev demeke dirêj e em dawetên xwe bi vî awayî dikin. Niha ciwan ji ber govendê û stranan tên girtin. Ger armanc tunekirina me be, kes nikare me tine bike. 40-50 milyon kurd hene. Kurd wê çawa biqede? Ne pêkan e ziman û çanda gelê kurd tune bibe."
 
Gelê Kurd wê her tim zimanê xwe biparêze
 
Mukaddes da zanîn dema pêwîst bike gelê Kurd li çar parçeyan û li dijî çar dewletan têkoşîna xwe bi kevir û daran didomîne û diyar kir ku dewlet bi tank û topan nikarin gelê Kurd têk bibin. Mukaddes peyam da ku mafê kurdan e û dê her tim zimanê xwe biparêze.
 
'Pirsgirêka hikûmetê zimanê me ye'
 
Mukaddes herî dawî li ser polîtîkayên li dijî ziman û çanda kurdî ya hikûmetê axivî û got, hikûmetê bi hemû hêza xwe ji bo tunekirina gelê kurd êriş dike û dê ev êriş berdewam jî bike, lê tu carî wê hukumet bi ser nekeve û got, “Nasnameyan didin biyaniyan, ên ku li bajarên me najîn û bi lîstik û hîleyan deng didin wan. Li Şirnexê kî bi ser ket? Çend hezar leşker û polîs birine dengdanê. Êrîşên hikûmetê li dijî her tiştê me ye. Pirsgirêka wan zimanê me ye. Nikarin zimanê me qebûl bikin. Gelê Kurd wek gîhayê Sêzê ye. Ev giya piştî sed salan jî zuha nabe. Wexta ku digihîje av û axê, dîsa şîn dibe. Em jî wiha ne, kes nikare me biqedîne. Em bi vî awayî hatine afirandin û tu kes nikare tiştê ku Xwedê afirandiye hilweşîne. Ez kurd im û wek kurd hatime afirandin, kes nikare bêje tu ne kurd î yan jî kurd tune ye."
 
'Min mîna stranbêjiyê hîs kir'
 
Mukaddes, anî ziman ku jin di hevsengiyê de gelek zehmetiyan dikişandin û ji ber tirsa malbatên xwe bi dizî stranên xwe digotin û wiha got: “Jin hem di çavê mêran de hem jî di çavê civakê de weke kole dihat dîtin. Gotinên dengbêjiyê yên jinan dihatin gotin, lê min xwest ez van stranan bibêjim. Tu kes nikare tiştê ku ez hest dikim rawestîne. Her çend min bikujin û min perçe perçe bikin jî, nikarin hestê di hundurê min de ji holê rakin."
 
Di 12 saliya xwe de helbesteke 23 ristî nivîsiye
 
Mukaddes diyar kir ku wê di 12 saliya xwe de li ser jiyana xwe kompozîsyonek ji 23 risteyan çêkiriye, Mukaddes got ku dema ew  12 salî bû, li ser soza bavê xwe bi mêrekî ji wê mezintir re zewicandîbû. Mukaddes anî ziman ku bavê wê ji bo gotinekê ew feda kiriye û got, “Ez ne wê gotinê û ne jî wî bavî qebûl nakim. Ez tenê ne di nava vê rewşê de me, gelek kesên wekî min hene û ez vê yekê qebûl nakim. Di salên borî de kanaleke televizyonê li ser zewaca keçan bi kal û pîran re lêkolîn dikir. Di van lêkolînan de li Wanê 250 kesên ku di heman rewşa min de bûn hebûn. Bi wan jinan re hevdîtin dihat kirin û li ser wan dihat axaftin. Di van hevdîtinan de rû û dengê jinan dihat sansûrkirin, lê min nexwest ku ne dengê min û ne jî rûyê min were sansûrkirin û min ji wan re got ku rû û dengê xwe veneşêrin, ji ber ku min tiştekî şerm nekir. Yên ku di wî temenî de min bi kalekî ku 7 zarokên wî çêbûne re zewicandin bila şerm bikin."