Shaghayegh Noruzî: Sepandina cezayê dikare rê li ber berxwedanê bigire?

  • 09:04 3 Tebax 2024
  • Rojane
 
Melek Avci
 
ANKARA - Aktîvîsta Îranî Shaghayegh Nûrûzî bi gotina “Îdeolojiya Kurd yek ji kartên pir û pir xurt ên serhildanê bû” danasîna cezayên darvekirinê nirxand û got, “Sepandina van cezayên giran dikare rê li ber berxwedan û serhildanê bigire?” "Ez dibêm ku hewce nake em bersiva vê pirsê jî bidin. Ji br ku dîroka mirovahiyê bersiva vê pirsê dide." 
 
Li Rojhilat û Îranê jî serhildana jinan a li dijî hikûmeta Komara Îslamî ya Îranê didome, hikûmet jî bi cezayên darvekirinê bersiv dide. Tevî hemû polîtîkayên tirsandinê jin û gel careke din israra xwe ya di paşde gavneavêtinê nîşan dan, bi felsefeya “Jin Jiyan Azadî” ya li dijî pergala mêtînger bersiva herî mezin dan hikûmetê. Çalakvana mafên mirovan û rojnamevan Pexşan Ezîzî ku herî dawî li Îranê hatibû girtin, di danişîna xwe ya 23’ê Tîrmehê de bi sûcdariya “endamtiya komên ku li dijî rejîma Îslamî dest bi serhildana çekdarî kirine” cezayê darvekirinê lê hat birîn." 
 
Di dema ku cezayê bû sedema bertekên mezin dihat protestokirin de, em bi aktîvîsta Îranî Shaghayegh  Noruzi re li ser cezayê darvekirinê û bi taybetî helwesta hikûmetê ya li hemberî jinên Kurd axivîn.
 
'Cezayên darvekirinê ji destpêka Şoreşa Îslamî de dewam dikin'
 
Shaghayegh da zanîn ku piştî serhildanên şoreşa “Jin Jiyan Azadî” ku li Îran û Rojhilatê Kurdistanê dest pê kir, ne tesaduf e ku cezayên darvekirinê zêde bûne û got, piştî serhildanê li Îranê cezayên darvekirinê gelek zêde bûne.Shaghayegh got, “Li gorî daneyên ku hatine zanîn, piştî serhildanê zêdetirî 834 cezayên darvekirinê pêk hatine. Di raporeke din de ku li gor lêkolînên zanyaran hatine berhevkirin, em bi zelalî dibînin ku ji karan 3 zêdetirên van cezayên darvekirinên ku par li seranserê cîhanê hatine kirin, li Îranê hatine kirin. Bi gotineke din, daneyên ku em pê re rû bi rû ne, hejmareke tirsnak nîşan dide. Tişta girîng derbarê cezayê darvekirinê di Komara Îslamî ya Îranê de ew e ku; wan ji destpêka damezrandina vê komarê ve ev cezyê darvekirinê wekî rêbazek hatiye bikaranîn. Di wê demê de ciwanên ku li dijî wan bûn hatin qetilkirin. Ji hingê ve, cezayê darvekirinê her tim wekî amûrek tê bikar anîn. Cezayê darvekirin amûreke çewisandinê ye  Helbet piştî serhildanê dîsa zêdetir bi kar anîn û bi kar tînin.  Ji ber ku ew serhildan ji bo wan pir û pir tirsnak bû. Lê belê divê em jî zanibin ku ev ceza li kîjan beşa civakê tê birîn.
 
'Kurdên xwedî îdeolojî pêkhateya bingehîn ava kirin'
 
Shaghayegh  da zanîn ku dema em li daneyên serhildanê dinêrin teqez cezayê darvekirinê li gelê Kurd zêde hatiye birîn û wiha got: “Rast e cezayê darvekirinê ku li ser civaka Kurd hatiye ferzkirin gelekî xuya bûye û bi giştî ev hejmar zêde bûye. Em dikarin bibêjin ku ji bo çewisandina gelên di nava Îranê de ev ceza wekî rêbaza çewisandinê tê bikaranîn, yanî Komara Îslamî ya ku darvekirin ji bo gelê Kurd, Bêluc û Ereb kiriye rewşeke 'normal'bê dudilî vê dike, ji ber ku dizane ev civak ji berê ve bûne parçeyek ji civakên bindest ên tevahiya dîrokê. Lê bi taybetî piştî serhildanê em dikarin di derbarê civaka Kurd de van gotinan bibêjin: Piştî serhildanê sîtem mecbûr ma ku bisekine û bifikire,. Gelê Kurd ne weke gelekî ku ji komkê pêk tê, weke parçeyek ji ramanekê, bi îdeolojiya pir zelal a azadî, demokrasî, federalîzma demokratîk û di heman demê de pêkanîna wê tê dîtin."
 
'Îdeolojiya Kurd karteke gelekî  xurt a serhildana li dijî rejîmê bû'
 
Shaghayegh bal kişand ku ev fikir ne tenê îdeolojî ye û wiha dewam kir: “Ev di nava gelê Kurd de tenê weke fikir û îdeolojiyê nema. Ev tiştek e ku ew dikin. Xwe li dora vê fikrê seferber dikin û karekî mezin kirine ku îsbat bikin ku federalîzma demokratîk a bi vî rengî dikare pêk were û ji bo azadbûnê pêkan e. Hûn dizanin li Rojava ev hewldan heye. Bi kurtî, ew civakeke siyasî ya girîng e ku dijberiya rejîmê dike.  Îdeolojiya kurdî û hemû destkeftiyên di warê demokrasiyê de yek ji kartên pir û pir xurt ên serhildanê bûn û beşa herî bi hêz bû. Em ne dikarin vê înkar bikin, ne jî berxwedana jinan. Dema em li vir dibêjin jin, em tenê behsa zayendê nakin. Em behsa tevahî tevgera jinê û fikrên wê dikin.  Em behsa civakek dikin ku bi salan e di bin zextên herî mezin û tevlîhev ên cudakariya zayendî de hatiye çewisandin û ji bo ji vê zilmê rizgar bibe xwe birêxistin kiriye û seferber bûye. Ji ber vê yekê lingê jinê beşeke din e ku ji bo  serhildanên bi vî rengî û li dijî pergalê bi vî rengî pir girîng e. Ji ber vê yekê, piştî tevgera 'jin û azadiya jinê', sîstemê armanc kir ku berxwedana van her du beşên civakê (jin û kurd), kurdan û kêmneteweyên din bi giştî, lê bi taybetî jî Kurdistanê ji holê rake. serhildana girîng a li Kurdistanê û berxwedana tevgera jinê jî parçeyek wê bû.  Ji ber vê yekê em cara yekem eşkere dibînin ku di heman demê de cezayê darvekirinê zêdetir dane çalakvanên jin. Ji ber hemû sedemên ku min behs kirin, wan ji nav gelê Kurd hildibijêrin.”
 
'Îdeolojiya me ji dîktatoriya we ya çekdar bi hêztir e'
 
Shaghayegh amaje bi wê yekê jî kir ku Pexşan Ezîzî yek ji van nav û sembolan e û tekez kir ku, Pexşan yek ji jinên sembola berxwedana tevgera jinê ye. Shaghayegh got, "Ew yek ji wan jinan bû ku bi awayekî sembolîk temsîla berxwedanê kir. Bi salan tenê di aliyê civakî yê berxwedanê de xebitî. Li birîndaran xwedî derdiketin, di heman demê de jinên ku rastî şîdeta zayendî hatibûn û ji destavêtinê xilas bûbûn jî di bin ewlehiya wê de bûn û li wan dinêrî. Jiyan rizgar dikir, li jiyanê xwedî derdiket û hewl dida vê beşa berxwedêr zindî bihêle. Ji bo parastina rûyê bextewar û zindî yê berxwedanê hemû baldarî, hêz û jiyana xwe terxan kir. Di zindana Komara Îslamî de, wek ku wê di nameya xwe de bi zelalî gotiye, wan xwestiye ku ew were xala gotûbêjê û bi wan re rêkeftinekê îmze bike. Jina ku tu carî nûnertiya berxwedana çekdarî ya li dijî sîstemê nekir, di tu xalan de razî nebû û serî li wan neda û hikûmetê jî ew û biryara wê qebûl nekir. Min binê vê yekê xêz kir, ji ber ku ez girîng dibînim.  Wê tu carî bi çekan li dijî wan şer nekiriye. Wê tenê bi zindî hiştina berxwednaê parastina jinên berxwedêr kiriye. Ji ber ku serî netewand. Ev gelekî girîng e, em dibînin ku li Kurdistanê berxwedana sîstematîk a jinan çiqasî xurt e û bi vê berxwedana sîstematîk re sîstem bi rastî jî xwe di xetereyê de dibîne. Niha wan cezayê darvekirinê dayê.  ji ber ku ev yek nîşan dide ku ji bo rûbirûbûna wan hewcedariya me bi çekan nîne. Pêdiviya me bi îdeolojiya xwe heye û em nîşan didin ku em dikarin bi nêrîna xwe ya li ser demokrasiyê sîstema dîktatoriyal têk bibin.  Ji ber vê yekê, ev yek ji bo Pexşan pir girîng e û nameya wê girîng e. Di nameyê de xala ku wê anî ziman û bal kişand ser wê yekê ew e ku têkoşîna me ya sereke û rêya vê têkoşînê ew e ku îdeolojiya me ji îdeolojiya dîktatoriya Îslamî bi hêztir û gerdûnîtir e."
 
Dîroka mirovatiyê bersiva vê pirsê dide: Gelo ew dikarin berxwedanê rawestînin?
 
Shaghayegh, anî ziman ku berxwedana li kolanan tirsê dixe nava hikûmetê û destnîşan kir ku hikûmet bi israr cezayê darvekirin bi kar tîne da ku gel li malê bihêle.  Shaghayegh got, "Dibêjin 'em bi rehetî dikarin we bikujin, li malê bimînin, careke din li kolana li hemberî me kom nebin.' Bi dîtina min bi taybetî dixwestin sembolên girîng, jinan, mirovan ji holê rakin, ji bo ku tiştekî ku serhildanê zindî bihêle nemîne, ev fikir girîng e.  Wek mînak Pexşan, Warişe Muradî bi tesadufî nehatine hilbijartin. Dixwazin potansiyela îdeolojiya berxwedanê têk bibin.  Bi ya min ne hewce ye ku em bersiva vê pirsê bidin ji bo demeke dirêj, yan wê hilweşe yan jî wê neçar bimîne ku bi awayekî din sîstema xwe bi temamî biguherîne, Dikarin bi cezayên pir giran û bi rêbazên pir tund û zordar xwepêşandanên kolanan ji bo demekê bitepisînin. Lê wê bi ser nekevin."