'Divê Rêberê me azad bibe'

  • 09:03 3 Tebax 2024
  • Rojane
 
Mîdye Miqted
 
HELEB - Jinên Taxa Şêx Meqsûdê ya bajarê Helebê têkildarî dewamkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan diyar kirin ku ew ê heta dawiyê li dijî tecrîdê têkoşîna xwe bimeşînin û gotin:" Rêberê me ne tenê ji bo gelê kurd, ji bo azadiya hemû gelê bindest têkoşiyaye. Loma divê Rêberê me azad bibe."
 
Mafê hevdîtinê yê Abdullah Ocalan ê bi malbat û parêzeran re bi hincetên “cezayên disiplînê” tên astengkirin. Di navbera salên 2021-2023’yan de her yek jê ji bo 3 mehan herî kêm 7 cezayên disiplînê li Abdullah Ocalan û girtiyên din hatin birîn û mafê wan ê hevdîtinê hate astengkirin. Sedema van cezayên dîsiplînê û nimreyên dosyayê tevî hemû serlêdan û îtîrazan bi parêzeran re nayê parvekirin. 
 
Têkildarî tecrîda giran û birîna cezayên dîsîplînê jinên Taxa Şêx Meqsûdê ya bajarê Helebê axivîn. Jinan nerazîbûna xwe li hemberî tecrîdê nîşan dan û gotin:"Ji bo azadiya Rêberê me çi ji me bê xwestin em ê bikin û li pey fikir û felsefeya Rêbertî gavê paş de nakişînin."
 
'Rêberê me Rêberê azadî, aştî û demokrasiyê ye'
 
Mewlîde Oso di destpêkê de behsa felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kir û wiha pê de çû:" Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di girtîgeha Girava Îmraliyê de tê girtin. Ji sê salan zêdetir e agahî jê nayê girtin. Divê rêxistinên ku bi demokrasî û mafê mirovan bang dikin xwedî li doza Rêberê me derkevin ji ber ku Rêberê me Rêberê azadî, aştî û demokrasiyê ye. Rêberekî mirovperwer e. Ma qey cîhan heya roja me ya îro serhildan û têkoşîna me ya bê navber a ji bo azadiya Rêbertî nabîne ku heya niha xwe di nava dîwarên bêdengiyê de dihêle? Divê CPT bi erk û berpirsiyariya xwe rabe. Em daxawaza zanîna agahiya li ser Rêberê xwe dikin."
 
'Dewletên bi demokrasiyê bang dikin xwedî li demokrasiyê dernakevin'
 
Di dewamiya axaftina xwe de Mewlîdeyê behsa welatên Ewropayê yên ku bi demokrasiyê bang dikin lê xwedî li demokrasiyê dernakevin, kir û wiha li axaftina xwe zêde kir:"Welatên Ewropayê bi taybet ên ku bi demokrasiyê bang dikin xwedî li gotina demokrasiyê dernakevin. Ev yek jî bi mînaka encama teslîmkirina Rêber Abdullah Ocalan a ji bo dewleta tirk, hat xuyakirin. Îro em daxwaz dikin ku ev zilm û neheqiya ku derheqê Rêberê me de hat kirin bi dawî bibe û Rêberê me serbest were berdan ji ber ku Rêberê me xwedî li gotina aştiyê derket. Rêberê Gelê Kurd bi fikir û felsefeya xwe gelê kole û bindest ji zilm, zor û kedxwariya dewletan diparast. Rêberê me her xwe nêzî aştiyê dikir."
 
'Em tu car li pey fikir û felsefeya Rêbertî gavê paş de nakişînin'
 
Di dawiya axaftina xwe de Mewlîdeyê silavên xwe ji bajarê Helebê heya bi Girava Îmraliyê ji bo Abdullah Ocalan bi rê kir û soza dewamkirina xeta têkoşîna li ser rêça Abdullah Ocalan dubare kir û got:"Ji bo azadiya Rêberê me çi ji me bê xwestin em ê bikin û li pey fikir û felsefeya Rêbertî gavê paş de nakişînin."
 
'Em dixwazin têkildarî rewşa Rêbertî bibin xwediyê agahiyê'
 
Esmehan Omar jî nerazîbûna xwe li hemberî qedexekirina hevdîtina bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re anî ziman û wiha pê de çû:"Tevî ku Rêbertî ew qas salên dirêj e di Girtîgeha Îmraliyê de tê girtin lê ev bû sê sal jî agahî jê nayê girtin. Em tu agahiyê ji rewşa Rêberê xwe nikarin bigirin. Rêxistinên navneteweyî jî li dijî tecrîdê bêdeng in. Lê em gelek bi israr in ku em agahiyekê li ser rewşa Rêberê xwe bigirin."
 
'Heta em Rêberê xwe azad nekin em ê azad nejîn'
 
Di dawiya axaftina xwe de Esmehanê da zanîn divê ew li ser piya bin, ranewestin heta ku azadiya Abdullah Ocalan misoger bikin û wiha got:" Heger em Rêberê xwe azad nekin em ê azad nejîn. Armanca bêdengiya dewletên navneteweyî ya li hember tecrîda Rêberê me ew e ku demokrasî li cîhanê belav nebe. Dixwazin gel her di bin desthilatdariya dewletan de bê hiştin. Lewma erka herî sereke dikeve ser milê Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT). Divê CPT xwedî li azadiya Rêbertî derkeve."
 
'Rêbertî me ji zilm û koletiyê xelas kir'
 
Fikret Bekîr Mistefa jî bertek li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nîşan da û wiha dirêjî da axaftina xwe:"Bi naskirina me ya ji felsefeya Rêbertî re giyana azadî û aştiyê di dilê me de vejiya. Rêber Abdullah Ocalan me ji zilm, zordarî, nezanî û koletiyê xelas kir.
 
Ne tenê jin lê belê mêrê ku bi desthilatdariya dewletê hatibû xapandin jî ji wê xefikê hatin xelaskirin. Em ji mêj ve hene, bi heza sal in em dijîn lê dijminê gelê kurd ji bo ku dawî li xelasiya ji koletiyê bîne heta roja me ya îro bi armanca tunekirina Gelê Kurd kar dike û qirêjiya xwe dide dewamkirin."
 
'Ya rast pirojeya Rêbertî ye'
 
Fikretê da zanîn ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê sûc tê girtin û wiha got:"Çima wê Rêberê me bê sûc were girtin? Rêberê me têkoşiya, lêkolîn kir û ji bo xelasiya gel a ji zordestiyê bû pêşeng, çima wê heta roja me ya îro bê sûc û guneh di zindanê de bê hiştin? Ma ger felsefeya Rêberê me şaş û nerast ba wê ewqas gelên cîhanê xwedî li fikir û ramanên wî derketibana? Lê bila her kes bizanibe ya rast pirojeya Rêbertî ye. Projeya ku di nava xwe de bê cudahî hemû pêkhateyan dihewîne û hembêz dike."
 
Banga xwedîderketina li Abdullah Ocalan 
 
Fikretê herî dawî banga xwedîderketina li Abdullah Ocalan kir û wiha got:"Em bang li CPT'yê dikin ku xwedî li doza Rêbertî derkevin. Bi israra dewamkirina tekoşînê heta dilopek xwîn di laşê me de hebe em ê ji bo Rêberê xwe li berxwe bidin."