Komîteyê tecrîda Îmraliyê wek ‘îşkence’ bi nav kir

  • 09:04 1 Tebax 2024
  • Rojane
 
Elfazî Toral
 
STENBOL - Parêzera OHD’yî Çagla Leyla Kaya der barê rûniştina NY’ê de nirxandin kir û da zanîn ku di civînê de komîteyê der barê tecrîda Îmraliyê de nêrîna ‘îşkenceye’ aniye ziman.
 
Li bajarê Cenevre ya Swîsreyê di 18’ê Hezîranê de Konseya Mafê Mirovan (ÎHK) a Neteweyên Yekbûyî (NY) hatibû destpêkirin û rûniştina 56’emîn di 26’ê Tîrmehê de bidawî bibû. Komîteya Dijberê Îşkenceyê ya NY’ê (CAT) di 16-17-18’ê Tîrmehê de rûniştinên xwe pêk anî û ji gelek deverên cîhanê kes tevli bûn. Raporên binpêkirinên mafan ên welatên xwe pêşkêş kirin. Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Weqfa Lêkolînên Civakî û Hiqûqî (TOHAV), Weqfa Lêkolîna Çapemenî û Hiqûqê (MLSA) û The World Organisation Against Torture (OMCT) tevli bûn. Rûniştina ku 4 sazî tevli bûn raporek hevpar a 49 rûpelî hat pêşkêşkirin.
 
Parêzera OHD’ê Çagla Leyla Kaya li ser navê TOHAV’ê tevli bû û der barê rûniştinên NY’ê de nirxandin kir.
 
‘Ji nêz ve Tirkiyeyê dişopîne’
 
Leylayê da zanîn ku di rûniştinê de raporeke ku ewil tecrîd û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û gelek pirsgirêkên din dihewand pêşkêş kirine û li NY’ê rûniştinên Tirkiyeyê wek 17-18’ê Tîrmehê hatine diyarkirin û got: “ Rapora ku 24 saziyên civaka sivîl ji Tirkiyeyê şandibûn me pêşkêş kirin. Me pirsên xwe pirsîn. Pirs ji rayedarên dewletê re hatin pirsîn. Li ser pirsan sekinîn û xuya bû ku ji nêz ve mijar dişopandin.”
 
‘Pêknehatina hevdîtinê ya bi parêzeran re îşkence ye’
 
Leylayê da zanîn ku di raporê de bi taybet li ser mijara înfazê û mafê hêviyê hatiye sekinandin û wiha da zanîn: “Der barê mafê hêviyê de pirsên me hebûn. Bi taybet me balkişand ser Abdullah Ocalan. Der barê xespkirina mafê hêviyêya Abdullah Ocalan de me pirsên xwe kirin. Komîteyê di civînê de der barê tecrîda Îmraliyê de pirs pirsî û di heman demê de got ev demek dirêj e nikarin bi parêzeran re hevdîtinê bike û got ev îşkence ye.”
 
‘Der barê naveroka qedexeyê de tu agahiya me tune ye’
 
Leylayê her wiha daxuyakirin ku di binpêkirinên mafan ên li Tirkiyeyê tên jiyîn de bi taybet li navendên koçberiyê li hember jinan binpêkirin û tundî tên jiyîn û di vê mijarê de jî pirsên me hebûn. Leylayê wiha dirêjî dayê: “Dema bi komî pirs ji komîteyê dihat pirsîn, rayedaran bi komî bersiv didan. Bersivên dihatin dayîn têr nedikirin. Me der barê tecrîda li ser Abdullah Ocalan de pirs pirsîn. Ji roja ewil de li ser Abdullah Ocalan tecrîd hebû. Lê rayedaran ev bersiv da: Di esasê de tecrîd ne mijara gotinê ye, qedexeyên hevdîtina malbatê hene. Lê der barê qedexeyê de tu agahiya me tune ye.’”
 
Leylayê nirxandina xwe wiha domand: “Lê bersivan komîte tatmîn nekir û di roja duyemîn de dîsa pirs hatin pirsîn. Xuyabû ji bersivên hatibûn dayîn komîte tatmîn nebibû. Der barê lêgerînên tazî de jî pirs ji bo Tirkiyeyê hatin pirsîn. Rayedaran bi mevzuatê bersiv dan pirsan.”