Ber bi 1’ê Îlonê ve aştiyek çawa?

  • 09:06 28 Tebax 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bi pevçûn û şer tê pêşwazîkirin. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi pêşniyarên çareserî û aştiyê yên ji salên 90’î dest pê kir û heta pêvajoya Îmraliyê hîn bêtir kûr kir, wek nexşerêyekê ye.
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi deklerasyona 2003’yan nexşerêya çareseriye demokratîk û aştiyane aşera kir û û bang kir ku divê 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bibe mîlada çareserî, aştî û lihevkirinê.
 
Li her derê cîhanê şer, pevçûn û komkujî didomin. Tenê di du salên dawî de bi hezaran kes ji ber şeran jiyana xwe ji dest dan. Di serî de Kurdistan, Fîlîstîn, li Rojhilata Navîn û dîsa şerê Rusya û Ukraynayê her diçe giran dibe. Hêzên kapîtalîst ji bo berjwendiyên xwe ne ku şer bidin sekinandin, şeran gûr dikin.
 
1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê di hawira şer û pevçûnan de pêşwazîkirin. Li Kurdistanê jî ji aliyê AKP-MHP’ê ve li hember Gelê Kurd şer tê meşandin. AKP-MHP di  şer de israr dike û Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî 26 sale li Îmraliyê di bin tecrîda giran de pêşniyarên çareseriyê dike.
 
Abdullah Ocalan ku heta îro ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û aştiyeke mayînde bang kirin. Nirxandin û deklerasyonên wî yên ji bo aştiyê di rojevê de rastiya xwe diparêze.
 
‘Divê komar demokratîk bibe’
 
Abdullan Ocalan di salên 1993 û 1996’an de ji bo çareseriya pirsgirêka kurd banga agirbestê û îlankirina agirbestê kir û piştî vê pêngava girîng di 1’ê Îlona 1998’an de di Roja Aştiyê ya Cîhanê de di axaftina di televîzyonê de kir, agirbest îlan kir. Abdullah Ocalan tevli MED TV bû û balkişand ser demokrasiyê, got divê komar demokratîk bibe. Abdullah Ocalan di axaftina xwe de wiha got: “Divê Komar bigihêje astek demokratîk yanî demokratîkbûn pirsgirêka esas a Tirkiyeyê ye. Hemû alî dibêjin demokrasî. Partiyên siyasî, saziyên civakî jî dibêjin. Ger ku tenê naxwazin ev di gotinê de bimîne, divê kêmasiyên komarê bên dîtin. Divê rast bê nirxandin. 75 sal in komarê demokrasî neaniye ji gelê xwe re. Derfet nedaye demokrasiyê. Kesî ji demokrasiyê tiştek negirtiye. Ya para civakê ketiye jî demagojiya demokrasiyê bû.”
 
‘Demokrasiyê ji pirsgirêka demagojiyê derxin’
 
Abdullah Ocalan di berdewamiyê de diyar dike ku divê demokrasî ji pirsgirêka demagojiyê bê derxistin. Abdullah Ocalan di axaftina xwe de ji bo bersiva daxwazên aştî û çareseriya demokratîk bide jî agirbet îlan kir û got: “Em dibêjin êdî bes e. Em ji vî şerî re dibêjin êdî bes e. Siyaset wê ji bo gelê me zêdetir bi qezenc be, hewcedariyek mezin bi vê heye û divê ev mifteya li hev geriyaye bê vekirin. Em dixwazin vê mifteyê vekin. Divê ev wisa bê fêmkirin. Wek min her tim gotiye em ji bo demokrasiya welat hêzek mezin in.  Em tiştekî din qebûl nakin. Em hêza ronahiyê û demokrasiyê ya ji bo gelê kurd in jî. Şîdetê heta niha tu encam neda.”
 
‘Ji ber qeslbûnê ev bang nayên kirin’
 
Ji ber bersiva erênî ji bo vê bangê nehat dayîn Abdullah Ocalan di 12’yê Îlona 98’an de daxuyaniyek nû da û got: “Bi wesîleya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê me destê aştiyê dirêj kir û me got bila desthiladariya tirk rast fêm bike û bersivê bidin vê bangê. Em ji ber ku xurt in an jî qels in banga aştiyê nakin. Divê bi taybet ev baş bê fêmkirin. Ji destpêka dîrokê heta niha bi tu awayî çavê me ne li axa kesî, ne li azadiya kesî bû. Em gelekî ku aştiyeke mayînde tercîh dike ne. Wê fêdeya wê ji bo hemû mirovahiyê hebe. Em her tim dibêjin aştî ev ji ber nasnameya mirovahî û dîroka mirovahiyê ye. Wekî din divê bi tu awayî şaş neyê fêmkirin. Lê hîna destê me yê aştiyê li hewa ye. Ev ji meznahiya mirovahiya me ye.”
 
Deklerasyona lihevkirin û çareseriyê
 
Abdullah Ocalan bi komploya navneteweyî 15’ê Sibatê re û piştî anîna Tirkiyeyê şûnde bangên xwe yên bo aştiyê domand. Di salên 2000’î de bangên aştiyê yên herî mezin kir. Abdullah Ocalan di 13’yê Tebaxa 2003’yan de deklerasyona ji 10 xalan pêk dihat parve kir.
 
Di deklerasyona 10 salî de ev tişt cih girtin:
 
1-Wek pêngava lihevkirin û çareseriyê çarçoveyek demokratîk pêşkêş dikim. Di vê esasê de ev pêvajoya Yekitiya Ewropa jî girîng dibînim. Çarçoveya min aniye ziman li gorî pêvajoya Yekitiya Ewropayê ye. Di vê esasê de;
 
a- Divê astengiyên li pêş azadiya fikr û raman û rêxistinê bên rakirin, şertên pêkanîna siyaseta serbest bên afirandin.
 
b- Partiyên siyasî û qanûna hilbijartinê divê li gorî pîvanên demokratîk ji nû ve bên sazkirin. Şert û mercên hilbijartinek serbixwe bê avakirin.
 
c- Divê qanûneke rêveberiyên herêmî ya demokratîk bê derxistin û divê rayeyên rêveberiyên herêmî bê zêdekirin û demokrasî bê pêşxistin.
 
2- Têgeha kurd divê bibe têgeha esas a demokratîkbûnê. Divê kurdbûnê bigirin çarçoveya demokrasiyê û di demokratîkbûnê de kurd esas, girîng bên qebûlkirin.
 
3- Divê mafên çandî yên kurdan bên nasîn, kurd bi çanda xwe, xwe bi awayekî azad îfade bikin. Mafê perwerde, tv, radyo û pirtûkan jî tê de. Divê mijarê de sînorkirin neyê kirin, gel çi diwaze bila wê bike, mafê perwerdê bê dayîn.
 
4- Divê mafên siyasî û demokratîk yên kurdan bikevin bin ewlehiya qanûnî û destûra bingehîn.
 
5- Divê vegerin gundan bi awayekî ewle pêk bên û tedbîrên pêwist ên hiqûqî, îdarî, aborî û civakî bên girtin.
 
6- Divê tedbîrên aborî û civakî bên girtin û cerdevanî bê rakirin. Divê hêz û çeteyên dijrewa bên rakirin. Ji bilî hêzên rewa hêzên ewlehiyê nemînin.
 
7- Di çarçoveya projeyên GAP’ê de ji bo aboriya herêmê projeyên nû bên pêşxistin.
 
8- Divê Qanûna Tevlibûna Demokratîk û Aştiyane ya civakî bê derxistin, yên çiyê yên surgunê û yên girtî tev li pêvajoya qanûnî û demokratîk bibin.
 
9- Ger diyalog û lihevkirin pêk neyê mafê parastina rewa wê wek parçeyek çareseriyê bê destgirtin.
 
10- Heta niha ji ber polîtîkayên şaş ên hatine meşandin, divê dewlet ji kurdan lêborînê bixwaze.”
 
Xwest dewlet berpirsyariyê bigire ser xwe
 
Abdullah Ocalan bi deklerasyonê re di nirandinên kir de diyar kir ku ger hikûmet bê diyalo û çarseriyê, heta 2005’an wê aşiyek bê û got divê dewlet berpirsyariyê bigire û wiha got: “Divê serokwezîr derkeve berpirsyariya dîrokî bigire ser xwe daxuyaniyê bide daxuyanî li alî çareseriyê be. Divê 1’ê Îlonê destpêka vê be.
 
Hewldanê 2013-2015’an
 
Adullah Ocalan di navbera salên di 2013-2015’an de bi heyeta dewletê re hevdîtin kir û bangên xweyên ji bo aştiyê  dubare kir. Li hember hewldanên Abdullah Ocalan nêzîkatiya desthilatdariyê ne çareserî bû û amadekariya şerê taybet kir.Abdullah Ocalan di 15’ê Tebaxa 2013’yan de bi heyeta Îmraliyê re hevdîtin kir û gotibû: “Heta ku hikûmet hilbijartin jî tê de dest ji rêbazên şerê taybet bernede em nikarin behsa aştî û çareseriyê bikin. Pirsgirêkek şer a mezin ya dîrokî a civaka Tirkiyeyê heye. Bi rêbazên şer ev pirsgirêk nikare bê çareserkirin. Encamek ku ji kaos û rizandinê wêdetir dernayê holê.”
 
Ez di hefteyekê de dikarim şareser bikim
 
Tevî ku desthilatdariyê bersiv neda hewldanan, Abdullah Ocalan di her derfetê de banga xwe dubare kir. Di hevdîtina di 2019’an de bi Abdullah Ocalan re hat kirin de Abdullah Ocalan banga xwe dubare kir û got: “Ez dixwazim ji Kurdan re cih cebikim. Werin em pirsgirêkê çareser bikin. Ez di hefteyekê de dikarim pevçûnan şer çareser bikim. Ez çareser dikim, bixwe bawerim. Ji bo çareseriyê amade me. Divê dewlet tiştê hewce bike.” Abdullah Ocalan bi vê peyama xwe nêzîkatiya xwe ya ji bo aştî û çareseriyê daniye holê.