Kurd û dostên kurdan amadekariya 9’ê Cotmehê dikin

  • 09:05 21 Tebax 2024
  • Rojane
Melek Avci
 
ENQERE - Li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li her derê cîhanê çalakî didomin. Berdevka TJK-E’yê Ayten Kaplan diyar kir ku kurd û dostên kurdan xwe ji bo 9’ê Cotmehê amade dikin û wê rastiya komployê li hemû welatan jinûve bidin bibîrxistin.
 
Kampanya ‘Ji rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgisrêka kurd re çareseriya siyasî" ya 10’ê Cotmeha 2023’yan de hatibû destpêkirin didome. Di çarçoveya kampanyayê de heta niha gelek bername hatin lidarxistin û kampanyayê asta yekem temam kir û derbasî asta duyemîn bû. Asta duyem a kampanyayê seranserê havînê berdewam kir û ji bo azadiya Abdullah Ocalan bang tên kirin. Bi vê re plansaziya asta duyemîn tê kirin. 
 
Berdevka Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) Ayten Kaplan der barê kampanyayê de ji ajansa me JINNEWS’ê re axivî.
 
Nameyan 20 hezarî derbas kir
 
Aytenê got tevgera jinan çarçoveya kampanyayê de 20 hezar name kom kirine û got: “Di sê mehên dawî de di hefteya duyemîn a Tîrmehê de me kampanya xwe temam kir. Ev ji bo me serkeftinek mezin bû. Bi taybet jinan ev îmze kom kirin. Me ev ast girt. Bêguman em çalakî û bernameyên din amade dikin. Niha bi meclîsê tevlihev re bi piştgiriya tevgera jinan li welatên Ewropa çalakiyên runiştinê yên sê rojan pêk bê. J bo azadiya Abdullah Ocalan çalakî pêk tên, daxwaz tên kirin û dosya tên amadekirin û tên şandin.”
 
‘Çareserî serokatiya me ye’
 
Aytenê daxuyakirin ku hemû êriş û şer girêdayê tecrîdê ne û wiha got: “Li hember welatê me êrişek dagirkinê heye. Bi taybet li başûrê Kurdistanê li hember Tevgera Azadiya Kurd. Ev polîtîkayek qirkirinê ye. Ev girêdayê tecrîda Îmraliyê ye. Muxatabê çareseriya pirsgirêka kurd serokatiya me ye. Çareserî bi serokatiya me re ye.”
 
 
‘Me serokatiya xwe kir navenda xebatên xwe’
 
Aytenê destnîşan kir ku li hember van êrişan li her çar alî Kurdistanê serhildan heye û got: “Cezayên darvekirina li Îranê û êrişên li başûr rastiya tecrîdê nîşan dide. Desthilatdarî aliyan digire cem xwe û hevkarî êrişê kurdan dikin. Peymana Îran-Tirkiyeyê encama vê ye. Bi Îranê re cerebandin hene, tê nîqaşkirin tifaq heye an na. Em vê diopînin. Li dijî vê çalakî, brename, hevdîtin, dosya hene. Di vê mijarê de tifaq jî tên pêşxistin. Em li dijî vê li Ewropayê xebatên xwe dimeşînin. Di hemû xebatên ku em dimeşînin de em serokatiya xwe dikin navenda xebatên xwe.”
 
‘Meşek mezin tê amadekirin’
 
Aytenê diyar kir ku pêngava li dijî tecrîd û dagirkirinê hatiye destpêkirin bi lez û bez didome û bernameya wan ya nû jî wê bi komploya 9’ê Cotmehê bidome. Aytenê wiha dirêjî dayê: “Plansaziya 9’ê Cotmehê li pêş me ye. Hem bi pêşengiya jinan hem jî navendî meşek mezin tê plansazî kirin. Lê dîroka meşa me hîna ne diyare. Di vî alî de amadekarî û bangên me wê hebin. Bi taybet wê çalakî û bername pêk bên. Brenameyek tije li pêş me ye. Heman demê de em dixwazin bi namzeyekê daxwazên xwe bînin ziman. Di vî alî de nameya me amade ye û em li bendê dema wê ne. Ev dikare dema 9’ê cotmehê de pêk bê."
 
 
‘Divê rastî bê bibîrxistin’
 
Aytenê balkişand ser dîplomasiyê û wiha vegot: “Ji bo şikandina tecrîdê û pêkhatina azadiya fîzîkî  dîplomasî girîng e. Tecrîda Îmraliyê dijhiqûqiye.  Ger em behsa demokrasiyê behsa mafê mirovan bikin, di vê mijarê de Ewropa xwe model nîşan dide. Wê demê ev rêbaz ji bo hemû kesî derbasdarin û divê em vê bibîr bixinîn. Wê hevdîtin û xebatên me bidomin. Kurd û dostên kurdan xwe ji bo 9’ê Cotmehê amade dikin û wê rastiya komployê li hemû welatan ji nûve bidin bibîrxistin.”