'Bi felsefeya Rêbertî em ê azadî û nasnemeya xwe biparêzin'

  • 10:56 20 Tebax 2024
  • Rojane
 
Mîdye Miqted
 
HELEB - Bi dirûşma "Çîroka min çîroka her kesî ye" Yekîtiya Jinên Ciwan panel li dar xistin. Jinên tevli panelê bûn eşkere kirin ku bi felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re jiyana azad tê afirandin û wiha gotin:"Bi felsefeya Rêbertî em ê azadî û nasnemeya xwe biparêzin."
 
Yekîtiya Jinên Ciwan a bajarê Helebê bi dirûşma "Çîroka min çîroka her kesî ye" li Helebê panelek organîze kirin. Panel li hola MSD'ê  a dikeve taxa Şerqî hat lidarxistin. Di panelê de jinên ciwan ji gelek sazî û tevgeran amede bûn. Di panelê de nirxandin li ser jiyana Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û azadiya ji zarokatiyê de hat guftigokirin. Ji aliyê Endama Jinên Ciwan Ronehî Yosêf perspektîfên Abdullah Ocalan hatin xwendin. Her wiha sînevizyona li ser jiyana Abdullah Ocalan hat temaşekirin û deriyên nîqaşê hat vekirin.
 
Jinên tevli panelê bûn nirxandin kirin. 
 
'Em rexnedayina xwe li hemberî keda Rêbertî didin'
 
Têkildarî xwendina perspektîfên Rêbertî Ronahiyê wiha axaftina xwe dewam kir: "Di encama xwendin û zanîna jiyana Rêbertî fikir û felsefeya wî de em têdigihêjin wî ji bo civakê gelekî li berxwe daye. Îro em dibînin Rêbertî bi felsefe, têkoşîn û berxwedana xwe li cîhanê deng veda. Lewma em weke ciwan li hemberî têkoşîna Rêbertî divê her rexnedayina xwe bidin ku me xwe negihandî kûrahiya felsefeya Rêbertî."
 
'Jin Jiyan azadî ji Kurdistanê heya bi Hindistanê'
Di dewama axaftina xwe de Ronahiyê da zanîn ku Abdullah Ocalan bi felsefeya xwe cudabûna xwe di cîhanê de eşkere kir û wiha dom kir:"Rêber Abdullah Ocalan bi fikir û felsefeya xwe ya azad cudabûnek ava kir. Tu kes mîna Rêbertî nikarî xwe li cîhanê îsbat bike ev cîhana ku xwe li ser desthilatdarî û sermayê ava kiriye Rêbertî guhert û hîna jî diguherîne. Îro jinên cîhanê tevde bi silogana Jin Jiyan azadî a ku Rêbertî pêşkêş kiriye serê xwe li hemberî hemû cure desthilatdariyê radikin. Ji Rojavayê Kurdistanê heya bi Hindistanê ev yek jî dide xuyakirin ku Rêbertî ji bo jinan projeyek pir xwedî nirx afirandiye û bandora xwe li tevahî cîhanê dike."
 
'Me bi ciwanan dest pêkir û em ê bi ciwanan bi ser bikevin' 
 
Di dawiya axaftina xwe de Ronahî banga xwe ji bo tevahî jinên ciwan kir ku xwedî li nasname û azadiya xwe derkevin û wiha got:"Em weke ciwanên Helebê banga xwe ji bo tevahî jinên ciwan li cîhanê dikin ku xwedî li nasname û azadiya xwe derkevin. Her wiha em xwedî li ramana Rêbertî a  'Me bi ciwanan dest pê kir û em ê bi ciwanan bi ser bikevin' derkevin. Di heman demê de em têkoşîna xwe di oxira azadiyê de bilindtir bikin çalakiya xwe berdewam bikin û bi berxwedan û xebitandina xwe di serî de azadiya Rêberê xwe misoger bikin. Em xwe ji dagirkeriyê rizgar bikin."
 
'Rêbertî hîna di çûkaniya xwe de hezkiriyê tekoşîna azadiyê bû'
 
Di heman demê de ciwana ji pêkhateya Ereb Endama Insiyatîfa Jin a Azadiya Rêber Apo Reşe Milhêm jî derbarê girîngiya panelê de axivî û got:"Di bin dirûşmeya Jin Jiyan Azadî serbixe azadî a ku jinên ciwan li Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê li dar xistin girîng bû. Îro jî em di bin wê siloganê de çalakiyên xwe ji bo azadiya Rêbertî organîze dikin. Di çalakiya me jî bi hevoka rêbertî a ku dibêje "Çîroka min çîroka her kesî ye" nirxandin hatin kirin û perspektîf derbarê mijarê de tên xwendin. Bi rastî jî çîroka Rêbertî çîroka me hemiyan e. Ji ber Rêbertî hîna di çûkaniya xwe de hezkirina wî û meraqa wî ya têkoşîna ji bo azadî û xelasiya ji koletiyê hebû. Her wiha her pirsên weke "Çima ez Kurd im lê nikarim bi zimanê xwe biaxivim û bixwînim? Çima Kurdistan li ser nexşeya cîhanê tune ye ? dikir. Lewma kesayeta Rêbertî kesayeta hemû ciwanan e ji bo vê yekê  çalakiyên me yên bi vî awayî ji bo guftigokirina li ser jiyan û felsefeya Rêbertî ye."
 
'Divê di xeta Rêbertî de ciwan têkoşîna xwe bilindtir bikin' 
 
Di dawiya axaftina xwe de Reşeyê da zanîn ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo wan pêşeng e û wiha domand:"Ji bo me Rêbertî pêşengê civak, jin û ciwanan e. Ji ber ku Rêbertî di riya felsefeya xwe de bawerî bi hêz û vîna jinên ciwan anî û derî li pêşiya wan vekir da ku têkoşînê bikin û xwedî li nasnemaya xwe derkevin. Jinên ciwan jî di riya têkoşîna xwe de daxwazên Rêbertî pêk anî û îro em dibînin di hemû qadan de cihê xwe digirin. Lewma erka me ya sereke ew e ku em hemû jinên ciwan bi rêxistin û perwerde bikin da ku bikaribin xwedî li xwe derkevin û di xeta Rêbertî de têkoşîna xwe bilindtir bikin û deskeftiyên xwe biparêzin."