Çalakiya li Mexmûrê ji aliyê Çand û Hunerê ve hat dewrgirtin

  • 22:27 19 Tebax 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya nobetê ya li Wargeha Mexmûrê ku ji bo şikandina tecrîda girankirî û azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin di roja 397’an de ji aliyê endamên Komîteya Çand û Hunerê ya Wargeha Mexmûrê ve hate dewirgirtin.
 
Çalakiya nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ku di 20’ê Tîrmeha 2023’yan de ji bo şikandina tecrîda girankirî û azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, di roja xwe ya 397’an de bi koma 78’an didome.
 
Merasîma dewrgirtina li saziya Malbata Şehîdan a Mexmurê bi deqeyekî rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 77’an Qedrî Şirîşeyî axivî û di serî de tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan bi tundî şermezar kir.
 
‘Kurd û dostên Kurdan di çalakiyê de ne’
 
Qedrî berxwedana gelê Kurd a li dijî tecrîdê silav kir û wiha axivî: “Em di serî de tecrîd û îşkenceya li ser Rêber Apo bi tûndî şermezar dikin. Tecrîda li ser Rêber Apo derbasî qonaxek nû bûye. Ev tecrîd li ser civaka Kurd tê pêkanîn. Gelê Kurd û dostên Kurdan, bi hev re di nava liv û tevgerê de ne û dixwazin demildest tecrîd bê şikandin. Em jî wek xelkê wargehê di çalakiya nobetê de ne.”
 
‘Dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ bûye çavkaniya azadiyê’
 
Her wiha Qedrî Şirîşeyî bal kişand li ser belavbûna fikrên Abdullah Ocalan û axaftinên xwe wiha domand: “Civaka Mexmûrê ji roja destpêkê heta niha têkoşîna xwe daye meşandin û xwedî seknekê ye. Ji bo wê jî em dibêjin, heta ku tecrîd neyê şikandin, wê aştî û aramî çênebe. Fikir û felsefa Rêber Apo li her derê cîhanê belavbûye û niha li Hindistanê di bin diruşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ de serhildanek dest pê kiriye. Ev dirûşmeya Rêber Apo niha çavkaniya hemû gelan e. Em ê bigihijin azadiyê û ev yek teqez e.”
 
Piştî daxuyaniyê, çalakî bi dirûşmeyên, ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bijî Berxwedana Îmraliyê’ dewrî koma 78’an ango endamên Komîteya Çand û Hunerê ya Wargeha Mexmûrê hate kirin.