Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Hevdîtinê dikin mijara bazariyê

  • 16:18 19 Tebax 2024
  • Rojane
 
MÊRSÎN - Hevserekê DEM Partiya Mêrsînê Reşat Aşan di çalakiya “Deng bide azadiyê” ya li pêşiya Girtîgeha Tarsûsê axiviye, banga dawîkirina tecrîdê kir û wiha got: “Tecrîd dibe sedema kurbûna pirsgirêkên li welat.”
 
Çalakiyên kampanyaya “Deng bide azadiyê” ya xizmên girtiyan, bi daxwaza azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd, daye destpêkirin didomin. Xizmên girtiyan li pêşiya Girtîgeha Kampûsa Tarsûsê di çarçoveya kampanyayê de daxûyanî dan. Xizmên girtiyan di çalakiya ketiye hefteya 17’emîn de pêşmalkên bi ser “Tecrîd sûca mirovahiyê ye” li xwe kirin û diruşmên “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî berxwedana zîndanan” berz kirin.
 
‘Hevdîtinê dikin mijara bazariyê’
 
Hevserokê DEM Partiyê yê Mêrsînê Reşat Aşan destnîşan kir ku li tu girtîgehên cîhanê bi qasî Girtîgeha Îmraliyê nehatiye îzolekirin û wiha axivî: “Li Îmraliyê azadiya fikr û ramanê çawa tê qedexekirin, azadiya xwe îfadekirinê çawa tê qedexekirin, tecrîda derveyî mirovahiyê çawa tê meşandin Îmrali nîşanî me dide û ev yek dê têkeve rûpelên dîrokê de. Desthilat daxwazên berdanê ya Abdulla Ocalan wekî nedîtî nêz dibe û di her pêjajoya hilbijartinê de hevdîtina bi Îmraliyê re dike mijara bazariyê.” 
 
‘Divê pirsgirêka kurd bi muzakereyê were çareserkirin’
 
Reşat diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê belavî hemû girtîgehan bûye û wiha dom kir: “Tecrîd rê li ber xerabûna siyaseta li Tirkiyeyê vedike û pirsgirêkan girantir dike. Yên ku di tecrîdê de israr dikin, xiyanetê li welat dikin. Yên ku me bi dabeşkariyê sûcdar dikin ew bi xwe dabeşkar in. Divê pirsgirêka kurd bi muzakereyê were çareserkirin. Gelên li Tirkiyeyê jî bi vê yekê bawer in. Bi qasî pirsgirêka kurd neyê çareserkirin pirsgirêkên aborî jî, pirsgirêkên azadiyê jî dê neyên çareserkirin.” 
 
Daxuyaniya çapemeniyê bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.