‘Divê deriyên Îmraliyê bên vekirin û ji nûve muzakere bên destpêkirin’

  • 09:04 19 Tebax 2024
  • Rojane
 
Elfazî Toral
 
STENBOL - Jinên ku tevli çalakiya ‘deng bidin azadiyê’ bûn, diyar kirin ku divê kes li dijî pergala tecrîda Îmraliyê bêdeng nemîne û gotin: “Heta girtiyên li girtîgehan azad nebin, em ê azad nebin. Divê deriyên Îmraliyê bên vekirin û muzareke ji nûve bên destpêkirin.”
 
Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li girtîtgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F ya Îmraliyê girtiye 41 meh in agahî nayê girtin. Ji bo tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin û azadiya fîzîkî pêk bê û her wiha ji bo çareseriya pirsgisrêka Kurd, di 10’ê Cotmeha 2023’yan de Kurd û dostên Kurdan kampanyayek dan destpêkirin. Bi daxwaza ‘ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ girtiyên siyasî di 27’ê Mijara 2023’yan de ketin greva birçîbûnê. Piştre xizmên girtiyan jî bi heman daxwazên çalakiya ‘Nobeta Edaletê’ dan destpêkirin. Piştî çalakiya greva birçîbûnê di 4’ê Nîsana 2024’an de girtiyan çalakiya xwe anîn qonaxek nû û  boykota hevdîtinan kirin. Çalakiyê demek dirêj berdewam kir. Di vê çarçoveyê de berxwedana girtiyan û xizmên girtiyan didome.
 
Komeleya Piştevanî û Alîkariya Malbatên Girtiyan a Marmara (MATUHAY-DER) û xizmên girtiyan  li dijî tecrîd û binpêkirinê di çarçoveya kampanya ‘ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pisgirêka Kurd re çareserî’ de çalakiya ‘deng bidin azadiyê’ li ber girtîgehan dabûn destpêkirin û çalakî didome. Çalakî li ber Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê her hefte didome û eleqeyek mezin dibîne. Pêkanînên kêfî didomin û mafên girtiyan bi awayekî kêfî tên astengkirin. Li aliyê din polîtîkayên tecrîdê her diçe giran dibin.
 
Jinên tevli çalakiya ‘deng bidin azadiyê’ bûn ji ajansa me re axivîn.
 
‘Li dijî pergala tecrîdê temaşevan nemînin’
 
Hevseroka berê ya DEM Partî a Sultangaziyê, Zubeyde Înce da zanîn ku kesê li dijî tecrîdê bêdeng dimînin divê mirovahiya xwe lêpirsîn bikin û wiha got: “Em her hefte li ber girtîgeha jinan a Bakirkoyê tên gel hev. Armanca me diyar e. Li vî welatî mirov dibêjin marê dest nade min bila hezar salî bijî. Li vir tehemula wan tune em di bin siyê de jî rûnên. Zihniyetek wisa li pêş me ye. Desthilatdariya xwedî vê zîhniyetê nikare tiştekî bide vî welatî.”
 
‘Divê deriyên Îmraliyê bên vekirin’
 
Zubeydeyê wiha dawî lê anî: “Kesên ku pêkanînên li dijî Kurdan nabînin divê wijdanê xwe lêpirsîn bikin. Heta ku der barê çareseriya pirsgirêka Kurd de gav neyê avêtin wê bandora vê her tim li gelan be. Azadiya Abdullah Ocalan girîng e. Divê tecrîd bê rakirin, deriyên Îmraliyê bên vekirin. Ji nûve diyalog bên destpêkirin. Heta tecrîd ranebe tu tişt sererast nabe. Bila kes xwe nexapîne. Em ê bi berxwedanê bi ser kevin. Divê kes li dijî polîtîkayên qirkirinê û êrîşan bêdeng nemîne. Jin jiyan azadî.”
 
Armanc tecrîd û binpêkirin in!
 
Doktor Rukiye Ekenler jî daxuyakirin ku hewl dide piştgiriyê bide têkoşîna aştî û azadiyê û got ev du meh in her rojên yekşemê saet di 14.00’an de li ber girtîgeha jinan a Bakirkoyê ji bo girtiyan têdikoşin. Rukiyeyê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hemû sazî û dezgeyên aştî û azadiyê divê hestiyar tevbigerin. Armanca me ya hatina vir ev e ku li dijî tecrîd û xespkirinên mafan ên li girtîgehan hestiyarî bê afirandin. Em dixwazin bibin dengê girtiyan û  rayagiştî ava bikin. Li girtîgehan girtiyên nexweş hene. Der barê mafê girtiyan de peymanên ku Tirkiyeyê îmze kirine hene lê yek jî nayên cih. Tecrîd ne pirsgirêka mirovên bi hestiyar tenê ye. Divê tecrîd pirsgirêka hemû hêzên demokrasiyê û welat bê dîtin. Em dikarin girtiyan azad bikin. Em hewl didin her rojên yekşemê saet di 14.00’an de bên gel hev û rayagiştî ava bikin. Heta ku girtîgeh azad nebin em jî li derve ne azad in. Em vê baş dizanin. Em ê ji bo vê têkoşîna xwe bidomînin.”