Jin ji bo Abdullah Ocalan meşiyan

  • 16:12 18 Tebax 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tebqayê jin di çarçoveya pêngava navneteweyî ya bi dirûşma "Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî" de meşek li dar xist.
 
Bi pêşengiya endamên Yekitiya Jinên Ciwan ên Reqa, Tebaq, Minbic û Dêrazorê, bi dehan jinên kantona Tebqayê, endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya, nûnerên Rêveberiya Xweser, Partiya Sûriyeya Pêşerojê û endamên Hêzên Asayîşê-Jin, li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'êAbdullah Ocalan meşek li dar xist.
 
Meş ji taxa Yekemîn (Ewele) a bajarê Tebqayê dest pê kir. Jinan dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" û "Hilweşe faşîzma Tirk" berz kirin.
 
Jinan heya ber navenda Yekitiya Xwendekarên Demokratîk a li taxa Duyemîn (Sanî) meşiyan. Li vir hevserokê Nivîsgeha Ciwan û Werzîşê ya Kantona Reqayê Buşra El Nayif li ser navê Yekitiya Jinên Ciwan axivî.
 
Buşra got: "Ji bo piştgiriya pêngava navneteweyî ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan û ji bo bidestxistina azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan em îro meşiyan."
 
Buşra diyar kir ku bi saya ramanên Rêber Abdullah Ocalan, gelên bindest û jin ji zulmê û sitemkariyê rizgar bûn û got: "Jinan li ser şopa ramanên wî cihê xwe di tevahî qadan de girtine."
 
Buşra destnîşan kir ku jin li Dêrazor, Tebqa, Reqa û Minbicê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dest bixin, dê têkoşînê mezin bikin. Di heman demê de, Buşra piştgiriya berxwedana YJA-Starê û HPG`ê ya li dijî dewleta Tirk a dagirker, kir.
 
Her wiha Buşra soz da ku heta azadiya fîzîkî ya Abdulah Ocalan bi dest bikeve, têkoşîna wan berdewam e.