'Muxatabê çareseriya pirsgirêka kurd Abdullah Ocalan e'

  • 15:32 17 Tebax 2024
  • Rojane
 
AGIRÎ - Rêxistina DBP'ê ya Agiriyê 1’emîn Kongreya awarte pêk anî. Di kongreyê de Hevseroka Giştî Çîgdem Kiliçgun Uçar axivî û got: “Lê dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ li Kurdistanê heqîqetek e. Ev dirûşme ji bo aştiyek bi rûmet bê avakirin, 25 sal in hewldana Birêz Abdullah Ocalan heye. Birêz Ocalan ji bo çareseriyek demokratîk li muxataban digere."  
 
Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Agiriyê 1’emîn Kongreya awarte pêk anî. DBP’ê bi şîara “Bi rêxistina civakî ber bi jiyanek azad ve” li avahiya DEM Partiyê kongre pêk anî. Di kongreyê de Hevseroka Gişti ya Çîgdem Kiliçgun Uçar, hevşaredarên Agiriyê, rêveberên DBP’ê, Dayikên Aştiyê, nûnerên saziyên civakî û gelek kes amade bûn. Li salonê bi kurdî û tirkî pankartên “Bi civaka rêxistinkirî ber bi jiyana azad ve” vekirin. 
 
Kongreyê bi rêzgirtine dest pê kir. Piştî rêzgirtinê Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar, axivî û wiha got: “Dewlet dixwaze bi rêk û pêk kurdan tune bike. Li Agiriyê kurdan têkoşînek gelek girîng dane. Lê hişê dewletê dixwaze vê têkoşîn û berxwedana kurdan tune bike. Ji bo civakê ji nirxên azadiyê dûr bixin her tiştî dikin. Polîtîkaya şerê taybet dixin meriyetê. Li Kurdistanê temenê bikaranîna tiryakê daketiye 7 salî. Zarokan ji nirxên wan dûr dixin. Lê îro di pêşengiyaı jinan de civak bi şîara ‘Jin, jiyan azadî’ xwe bi rêxistin dike. Têkoşîna xwe mezin dike.  Li Hindistanê bijîşkek hat qetilkirin. Mirov daketin kolanan.”
 
Çîgdem, da zanîn ku li Îmraliyê tecrîdek mutlaq tê sepandin û wiha berdewam kir: “Muxatabê çareseriya pirsgirêka kurd a demokratîk Rêberê PKK’e Abdullah Ocalan e. Îro têkoşîna gelê kurd ji bo hemû gelê cîhanê bûye hêvî. Ciwanên me ji bo govendê digerînin û dirûşmeyan berz dikin, tên binçavkirin û girtin. Lê dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ li Kurdistanê heqîqetek e. Ev dirûşme ji bo aştiyek bi rûmet bê avakirin, 25 sal in hewldana Birêz Abdullah Ocalan heye. Birêz Ocalan ji bo çareseriyek demokratîk li muxataban digere. Qasidê aştiyê yê kurdan Birêz Ocalan ku li Îmraliyê dîl hatiye girtin e. Em li vir siyaseta demokratîk dikin. Em vê yekê bi gelê xwe, jin û ciwanan re bi hev re dikin.” 
 
Çîgdem bal kişand ser hevkariya  PDK’ê û Tirkiyeyê û wiha axivî: “Tirkiye bi destê PDK’ê plana dagirkeriyek nû pêş dixe. Tirkiye û KDP bi hevre hişê DAIŞ’ê ji nûve zindî dikin. Tu millet nikare hebûna xwe li ser tunebûna  milletekî din avabike. Tişta îktîdar dike hewl dide li ser tenekirina kurd, elewî û jinan hebûna xwe ava bike.”  
 
Piştî rapor hatin xwendin hilbijartin pêk hat. Di hilbijartina kongreyê de Hanim Avci û Hikmet Adiguzel ji bo hevserokên DBP’aAgiriyê hatin hilbijartin.