7'ê Îlona 2021'ê: Li Ewropayê Înîsiyatîfa Jinên Kurd hat avakirin

  • 09:01 7 Îlon 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
 
Di 5'ê îlonê de li Ewropayê Komxebata Jinên Kurd hat lidarxistin. Di 7'ê îlonê de encamnameya komxebatê hat aşkerakirin û avakirina Înîsiyatîfa Jinên Kurd hat ragihandin. 
 
Di komxebatê de ev biryar hatin girtin: 
 
“*Avakirina Înîsiyatîfa Jinên Kurd 
 
* Divê li hemberî êrişên Tirkiyeyê PDK'ê helwestek nîşan bide û li gorî berjewendiyên kurdan tevbigere. 
 
* Dê şandeyek biçe Herêma Federal a Kurdistanê û li vîr lêkolînan bike. 
 
* Ji bo yekitiya neteweyî divê siyasetmedar, hunermend, akademîsyen û malbatên şehîdan xwe rêxistin bikin. 
 
* Biryarên ku ji bo yekitiya neteweyî tên dayîn divê jin jî mudaxîl bibe. 
 
* Şandeyên ku dê xebatên dîplomatîk ên neteweyî pêk bîne bê avakirin. 
 
Hinek geşedanên din ên di dîrokê de wiha ne:
 
1860: Anna Mary Robertson Moses a wekî "Dapîr Mûsa" tê zanîn ji dayik bû. Anna ya hunermenda gel a Emerîqayê di 78 saliya xwe dest bi çêkirina wêneyan kir. Di demên dawî de bû yek ji mînaka hunermendên serkeftî. Berhemên wê di qada cîhanê de li muzeyan hat pêşkêşkirin. Annaya gelek xelat girt du nasnavên doktorayê digire û di 13'ê Kanûna 1961'ê de jiyanax we ji dest dide. 
 
1903: Nivîskar û Helbestkar Dorothy Marie Donnelly îro ji dayik bû. Dorothy xwediyê şeş pirtûkên helbestê ye û gelek gotarên wê hem li Ewropayê hem jî li Emerîqayê hatiye weşandin. Dorothy di 2'yê Gulana 1994'an de jiyana xwe ji dest da. 
 
1923: Nivîskara Ewisturyayî Nancy Keesing îro ji dayik bû. Ew hem helbestkar hem jî edîtor bû. Di heman demê de piştgireke girîng a wêjeya Ewisturyayê bû. Nancyê di nava Komeleya Nivîskarên Ewisturyayê de jî cih girt. Ji Lijneya Wêjeyê ya Konseya Ewisturyayê re serokatî kir. Di heman demê de wê du pirtûkên bîranînê jî nivîsand. Nancy di 19'ê Çileya 1993'yan de koça dawî kir. 
 
1968: Koma bi navê Radical Women (Jinên Radîkal New York) xwe bi rêxisti kir, di 7'ê Îlona 1968'an de pêşbirka Mîss Emerîqa ya xweşikbûnê bi gotina "Em hîn zêde miss Emerîqayê naxwazin" şermezar kir. Jinên ev yek şermezar kirin diyar kirin ku bi hişmediya xweşikbûnê ya ne rast jin dikevin bin zextan û ev peşbirkên xweşikbûnê zirarê didin jinan. Jinan diyar kirin ku ew feraseta xweşikbûna li ser fantazeyên mêran tê pênasekirin qebûl nakin. Jinan diyar kirin ku ev pêşbirkên bi vî rengî ne tenê zayendperest di heman demê de nîjadperest in jî. Jinan gotin heta niha yek reşik wekî xweşika Miss Emerîqa nehatiye hilbijartin. Jinan diyar kirin ku jinên qezenc dikin dişînin Vietnamê û ev yek jî tê wê wateyê ku şerê vîetnamê jî bi vê yekê tê erêkirin. Jinan ji bo boykotkirina alavên piştgiriyê didin pêşbirkê kampanya dan destpêkirin. 
 
1993: Nivîskara Emerîqayî Margaret Landon îro ji dayik bû. Romana wê ya Qralê Anna û Siamê wergerî ji 20'î zêdetir zimanî bû. Wê di 4'ê Kanûna 1993'yan de jiyana xwe ji dest da. 
 
2010: Nivîskar û Helbestkara Emerîqayî Barbara Murray Holland 11 sal berê îro koça dawî kir. Barbara ya di 5'ê Nîsana 1933'yan de ji dayik bû hîn dema dibistana amadekariyê dixwend di gelek pêşbirkên helbestê de xelata yekem digirt.