6'ê Îlona 1860'î: Aktivîsta têkoşîna aştiyê Jane Addams ji dayik bû

  • 09:01 6 Îlon 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
Aktivîsta têkoşîna aştiyê Jane  Addams di 6'ê Îlona 1860'î de ji dayik bû. Jane Addams, di 1888'an de dema bi hevala xwe re li Londonê bû gihaşt armanca xwe ya rast. Di 1889'an de Jane Addams û hevala wê Ellen Gates Starr, li Şikagoya Emerîkayê mala ewil a bi cih û warbûnê ya bi navê Hull Hous ava kir. Bi avakirina Hull Housê dihat xwestin agahiyên têkildarî huner û wêjeyê û gelek agahiyên din bi welatiyan bên parvekirin. Her wiha Jane Addams bû yek ji avakara NAWSA'yê ya ji bo bikaranîna mafê deng a jinan dixebitî. Di heman demê de ew bû yek ji avakara NAACP'ê ya ji bo parastina mafê reşikan dixebitî. 
 
Di 1931'ê de Xelata Aştiyê ya Nobelê girt. Ew bi vê yekê bû jina Emerîkayî ya yekem a ku ev xelat girt. Jane Addams di 1935'an de koça dawî kir. 
 
Hinek geşedanên din ên di dîrokê de wiha ne:
 
1857: Pispora nivîsandina bi destan arkelog û antropolog Zelia Maria MagdalenaNuttall a Emerîkayî ji dayik bû. 
 
1921: Hilbijartina parlamenteriyê ya ewil a ku jinan jî dengên xwe bi kar anîn li Swêdê hat kirin. 5 jin wekî endamên parlamentoyê hatin hilbijartin. 
 
1966: Aktivîsta kontrola zayinê ya Emerîkayî Margaret Sanger koça dawî kir. 
 
2013: Endamên Tevgera Jina Azad a Demokratîk (DOKH) êrişa çeteyan a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi meşê şermezar kirin. 
 
2016: Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) beşdarî çalakiya greva birçîbûnê ya bi dirûşma "Ji bo Ocalan azadî ji bo Şengalê statu" ji aliyê Meclîsa Diasporayê hatibû destpêkirin, bû.