4'ê Îlona 2014'an: Li Cizîrê ji bo 9 rojan qedexeya derketina derve hat îlankirin

  • 09:01 4 Îlon 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
Di 4-12'ê Îlonê de li Cizîra Şirnexê qedexeya derketina derve ya ewil hat îlankirin. 9 rojî qedexe dewam kir. Di vê pêvajoyê de pitika 35 rojî û 21 sîvîlên temenê wan di navbera 10 û 70 salî de jiyana xwe ji dest dan. 
 
Hinek geşedanên din ên di dîrokê de îro pêk hatine wiha ne:
 
2014: Fatma Çakar a wekî Pîra Fatê dihat naskirin a 25 salan bêyî tiştekî bipê li gorên şehîdên demokrasiyê û azadiyê nihêrt jiyana xwe ji dest da. Li ser wesiyeta wê li ber gora Vedat Aydin hat veşartin. 
 
2015: Yekîtiya Star, li Tirbespiyê 'Meclîsa Aboriyê ya Jinê' ava kir. Ji bo vê yekê Yekîtiya Star bi jinên Tirbespiyê hat gel hevdu. Gelek jin beşdarî civîna li Navenda Huner û Çandê ya Tirbespiyê hat lidarxistin, bûn. Emineya da zanîn wan bi armanca bidesxistina mafên xwe yên hatine binpêkirin xwestine 'Meclîsa Aboriyê ya Jinê' ava bikin got axa Rojava bi bereket e. 
 
2019: Lijneya Rêveberiya Baroya Îzmîrê bi biryara girt eşkere kir ew ê destûra reglê ji mehê carekê bidin jinan.