3'yê Îlona 2016'an: Şoreşgera Elman Ellen Jaedicke koça dawî kir

  • 09:01 3 Îlon 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
 
Şoreşgera Elman Ellen Jaedicke ji ber nexweşiya pençeşêrê di 3'yê Îlona 2016'an de koça dawî kir.
 
Ellen Jaedicke (40) a ji ber nexweşiya pençeşêrê li Bajarê Hamburgê yê Elmanyayê jiyana xwe ji dest da 10 sal bû di nava tevgera jinê ya kurd de cih digirt. Ellenê di 2007'an de di nava xebatên Kooperatîfa Jinê ya Rezanê de xebitî û piştre vegeriya memleketê xwe Elmanyayê. Wê tevî rêhevalên xwe Komîtiya Kurdistanê ya Berlînê ava kir. Ellenê di nava qada azadiya kurd de navê "Sterk"bi kar anî. Ellenê di heman demê de di nava Navenda Hevdîtina Jinê  UTAMARA û CENI-Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd faliyet da meşandin. Her wiha ew beşdarî nava xebatên Meclîsa Jinê ya Rojbin a Hamburgê bû. 
 
Cenazeyê Ellenê li ser daxwaza wê li gora bi navê 'Baxçeyê Jinê' ya li Hamburg-Ohlsdorf'ê hat definkirin. 
 
Hinek geşedanên din ên di dîrokê de derketine pêş wiha ne:
 
2014: Jinên li Bazara Jinê ya Semtê ya Jiyanê dixebitîn yekemîn bazara xwe ya ji hefteyê sê rojan li Zumrutkentê ava kirin. 
 
2016: Eniya Parastina Jinê ya Şehbayê bi daxuyaniya da diyar kir yekemîn jina li Eniya Parastina Jinê ya Şehbayê ya li dijî DAÎŞ'ê şer dikir û jiyana xwe ji dest da Zenûbya Xelo (Aljîn Gîvara) ye.
 
2019: Şaredariya Sêrtê ya HDP'ê ji bo jin fêdeyê ji daxistina heqê rê bigirin dest bi sepana Jinkartê kir. 
 
2020: Ji lîstikvanên Şanoyê Behiye Yanik a li Arslankoya navçeya Toroslar a Mêrsînê dima, ji ber penceşêra mîdeyê jiyana xwe ji dest da.
  
2021: Li Efganistanê jinan çalakiya şermezarkirinê li dar xistin. Li dijî Talibana ku rêveberiya Efganîstanê kir dest û got em cih nadin jinan, jin derketin kolanan û çalakiya şermezarkirinê li dar xistin.