2'yê Îlona 2019'an: Eşîrên Ereban Komxebata Jinan li dar xist

  • 09:02 2 Îlon 2024
  • Di Dîrokê De Îro
Rêxistinên Jinan ên Reqa, Tebqa, Dêrazor û Minbicê, bi dirûşma "Em bûn yek, bi ser ketin û em ê bi berxwedanê biparêzin" di çarçoveya hemleya ku dan destpêkirin de, cara yekê Komxebata Jinên Eşîrên Ereban li dar xistin.
 
Di axaftinên ku di komxebatê de hatin kirin de hat diyarkirin ku ji bo jinên ereb cara yekê xebateke wiha tê kirin.
 
Hin bûyerên din ên girîng ku îro di dîrokê de pêk hatine wiha ne:
 
1992: Genetîkvan Barbara McClintock jiyana xwe ji dest da
  
Barbara McClintock, di qada genetîk a hûcreyê de dixebitî û di sala 1983'yan de ji ber xebatên xwe Xelata Nobelê girt. Ji ber nasnameya xwe ya jinbûnê bi salan nehat dîtin.
 
Barbara di sala 1902'yan de li Amerîkayê hat dinê û di sala 1927'an de jî li Zanîngeha Cornellê jî nîşaneya doktorayê girt. Di salên 1920'î de li Amerîkayê gelek jin diçû zanîngehê û di qada zanyarî û endezyariyê de ji sedî 12-15 jin hebû. Lê di dema îstîhdamê de jin nedihatin tercihkirin. Barbara dixwest lêkolînên xwe yên zanyarî bidomîne. Tevahiya jiyana wê bi têkoşînê re derbas bû. Her çiqas li cîhanê wekî genetîkvana herî navdar bihata nasîn jî bi salan nikaribû wek profesor kar bike. 
 
Her çiqas cîhana zanyarî wê nedît jî wekî dîn pênase dikir jî di qada genetîkê de kesekî karê wê fêm nedikir. Di sala 1960'î de di 70 saliya xwe de êdî xebatên wê hatin fêmkirin û eleqe nîşanî wê didan. 
 
1968: Li Tirkiyeyê rojnamegera yekem a jin Sabîha Derviş Sertel jiyana xwe ji dest da. 
 
2019: TJA'yê bi etîketa "#EşbaşkanlıkMorÇizgimizdir" li ser medyaya dîjîtal kampanya li dar xist. Gelek jin û rêxistinên jinan piştgirî dan kampanyayê. 
 
2021: Komeleya Kulubên Lîgên 2'yem û 3'yem hat avakirin. Lê belê di rêveberiya wê de jin tune bûn. Di wêneyê lijneya rêveberiyê ya ji aliyê komeleyê ve hat parvekirin de jineke rêveber tunebû. Komeleya ku tenê di navê wê de jin hebû bû sedema nîqaşan.