31'ê Tebaxa 1997'an: Prenses Diana jiyana xwe ji dest da

  • 09:02 31 Tebax 2024
  • Di Dîrokê De Îro
Prensesa Gallerê Diana (Diana Frances) di 31'ê tebaxa 1997'an de di encama qezaya trafikê de jiyana xwe ji dest da. 
 
Prensesa Gallerê Diana (Diana Frances) di 31'ê tebaxa 1997'an de di encama qezaya trafikê de jiyana xwe ji dest da. Dîana Di sala 1996'an de bi daxwaza serokwezîr ji prens Charlesê veqetiya. Ji bo wê jî hat diyarkirin ku heke carek din jî bizewice dê nîşaneya wê ya prensesiyê jê bê girtin. Prenses Diana di 31'ê tebaxa 1997’an de li Parîsê jiyana xwe ji dest da. Qezeya trafîkê wekî "suîkast" hat nirxandin. 
 
Hin bûyerên din ên dîrokî ku îro pêk hatine wiha ne:
 
1869: Astronom, mîkroskopîk, zanyara xwezayê, nivîskar û hunermend a bi eslê xwe Îrlandayî Mary Ward, jiyana xwe ji dest da. Mary, di bin maşîneya  dûkel a ku ji hêla xizmên wê ve hatî çêkirin de ma. Di dîrokê de cara yekem kesek di bin maşîneyê de ma û jiyana xwe ji dest da, Mary li gel ewqas pênaseyên wê di dîrokê de wisa jî tê nasîn. 
 
1970: Cara yekem femînistek di rûpela yekem a Kovara Time de cih girt. Kate Millett bi pirtûka xwe ya Polîtîkaya Zayendî di Kovara Time de cih girt. 
 
2013: Merziye Afham, li Îranê bû berdevka Wezareta Karê Devre. Cara yekem jinek li Îranê bû berdevkeke wezaretekî. 
 
2015: Hunermenda Gelê Rojava ya Sahrayê Marîem Hassan ji ber nexweşiya penceşêrê di 57 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. 
 
2019: Aktîvîsta avhewayê Greta Thunberg, ji bo tevlî Civîna Avhewayê ya Yekitiya Ewropoyê (NY) bibe çû New York a Amerîkayê û li vir bi xwendekaran re bi navê “Fridays For Future” çalakiyek li dar xist. 
 
2022: Jinên Ermenî ku li Hesekê hatin gel hev di konferansa ku li dar xisin de, "Yekitiya Jinên Ermenî ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê" avakirin ragihandin.