30'ê Tebaxa 1995'an: Jin ji bo Konferansa Jinan a Cîhanê kom bûn

  • 09:01 30 Tebax 2024
  • Di Dîrokê De Îro
Li gelek deverên cîhanê 30 hezar jin li Huairou ya Pekînê kom bûn. Jin pêşiya 4'emîn Konferansa Jinan a Cîhanê ya li Neteweyên Yekbûyî (NY) li vir kom bûn. Konferans dê bi tevlîbûna 189 nûnerên hikûmetan pêk bihata. Jinên ku li Huairoyê kom bûn ji bo konferansê plansaziya pêşerojê kirin. Jinan ligel şert û mercên xirab ên hewayê û zextên hikûmetan gelek panel, komxebat û pêşengeh li dar xistin. Bandora hewldana jinan piştî sala 1995'an bandor li rojevên mafên mirovan ên jinan a NY'yê kir.  
 
Hin bûyerên girîng ku îro di dîrokê de qewimîne wiha ne:
 
1797: Nivîskar û keça parêzvana mafên jinan û femînist Mary Wollstonecraft Mary Wollstonecraft Godwin Shelley îro hat dinê. Mary xwedî berhema Frankensteinê ye. 
 
2013: Komek jin ên efgan, li dijî zext û zordariyan perwerdeya xwe temam kirin û tevlî Artêşa Efganîstanê bûn. 
 
2013: Ji bo piştevaniya bi Rojavayê re, bi tevlîbûna Tevgera Jinên Azad a Demokratîk (DOKH) li Rihayê bi dirûşma "Parastina Rojava parastina azadiya jinê ye" meşeke girseyî hat lidarxistin. 
 
2015: Jinên suryan li dijî êrişên DAIŞ'ê bi navê "Jinên Bet Nahrînê" tabûra leşkerî ava kirin. Tabûr li Tirbespiyê di 30'yê Tebaxa 2015'an de hat avakirin. 
 
Meclîsa Leşkerî ya Suryanî ji bo jinan li Tirbespiyê Akademiya Leşkerî ya Rota organîze kir û perwerdeya leşkerî da jinan. Piştî perwerdeyê bi navê "Jinên Bet Nahrînê" tabûra leşkerî ya jinan hat avakirin. Di merasîma îlankirina avakirina tabûra leşkerî ya jinan de hat diyarkirin ku dê hemû beşên civakî bên parastin. 
 
2018: Aktivîstên femînîst ên Parîsê pisuvarên li gor wan "cihêkar û zayendperest" bûn xetimandin. Jinan nîşe danîn pisuvaran û gotin hîn jin bi awayekî hêsan nikarin şîr bidin zarokên xwe û ev yek li kuçeyan bi nerazîbûnekê tê pêşwazîkirin lê belê mêrên şaredariyê li nava kuçeyê dikarin bi rehetî pêdiviyên xwe bînin cih.