28'ê Tebaxa 2013'an: 9'emîn Hevdîtina Meşa Jinan a Cîhanê pêk hat

  • 09:01 28 Tebax 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
9'emîn Hevdîtina Navneteweyî ya Meşa Jinan a Cîhanê bi tevlîbûna jinên ji 48 welatan li bajarê Sao Paula ya Brezîlyayê pêk hat. Di hevdîtinê de jinan bal kişand ser bedena jinê, xweza û kedê. Aktîvîsta aştiyê ya ku ji Efganîstanê tevlî bû Malalai Joya bi navê "Li Efganîstanê îrtîca" raporek pêşkeşî hevdîtinê kir. 
 
Hin bûyerên din ên girîng ku di dîrokê de îro pêk hatine wiha ne:
 
2012: Shulamith Firestone ya 67 salî bi pirtûka xwe ya Diyalektîka Zayendê di dîroka têkoşîna femînstan de cihek girîng girt.  Shulamith îro jiyana xwe ji dest da.  
 
2014: Malbatên ku zarokên wan tevlî PKK'ê bûne li ber Walîtîya Amedê çalakiya rûniştinê pêk anibûn û di roja 74'emîn de çalakiya xwe veguherandin greva birçîbûnê. 
 
2015: Xebatkarên jin ên Şaredariya Çinara Amedê avakirina Meclîsa Jinan a Şaredariya Çinarê îlan kirin. Meclîs bi armanca jinan tevlî mekanîzmayên biryardayînê bikin hat avakirin. 
 
2016: Polîsan bi ser Navenda Giştî a Rojnameya Azadiya Welat de girtin û 27 xebatkarên rojnameyê binçav kirin. Rojnameger ji bo piştgiriyê bidin hempîşeyên xwe li ber navendê kom bû û bi dirûşma "Çapemeniya azad nayê bêdengkirin" piştevaniya xwe anîn ziman. 
 
2016: Koordînasyona Kongreya Jinên Azad (KJA) a Bajarê Stenbolê, di çarçoveya kampanyaya xwe ya  bi dirûşma, "Ez xwedî li Serok, xak û azzadiya xwe derdikeveim"  panel li dar xist. KJA'yê di çaçoveya heman kampanyayê de  li Îzmîrê jî dest bi çalakiya nobedê kir.