27'ê Tebaxa 2020'î: Ebrû Tîmtîk jiyana xwe ji dest da

  • 09:01 27 Tebax 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
Parêzer Ebrû Tîmtîk a ku bi daxwaza "darizandineke adil"  238 rojan di greva birçîbûnê de ma û piştî berxwedaniyeke bê hempa jiyana xwe ji dest da.
 
Di sala 2017’an de komek parêzer ên endamê Buroya Hiqûqê ya Gel û Komeleya Hiqûqnasan a Hemdem hatin girtin. Li ser îfadeya şahidên veşartî dadgehê bi giştî 160 sal li parêzeran birî. Li ser vê biryarê, ji baroya Stenbolê Parêzer Ebru Timtik û ji Baroya Enqerê Parêzer Aytaç Unsal, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Ebrû Timtik di roja 94’an de û Aytaç Unsal jî di roja 63 û çalakiya xwe veguherandin rojiya mirinê.
 
Tenê daxwazeke wan hebû; darizandineke adil. Lê belê rayedarên dewleta Tirk, xwe bêdeng kirin. Rewşa Ebrû giran bû û ew rakirin Nexweşxaneya Dr. Sadî Konûk a Bakirkoya Stenbolê. Ebrû di tevahiya jiyana xwe de li dijî pergala AKP/MHP’ê têkoşiya. 
 
Ebrû di sala 1978'an li Xarpetê ji dayik bû, lê bi eslê xwe Xozata Dêrsimê ye. Ebrû zaroka metin a malbatê bû û hêj 7 salî bû bavê wê jiyana xwe ji dest da. Bi salan ji bo debara malê xebitî. Jineke afrînera jiyanê bû. Heya kêliya dawî jî ji bo jiyaneke adîlane li ber xwe da. 
 
Dema ew rakirin nexweşxaneyê ev peyam da; “Dest û milê me girêdane, em nikarin tiştek bikin. Em tenê edaletê dixwazin. Ya ku herî zêde me diêşîne jî ev e. Ku werim berdan ez ê herim axa xwe Dêrsimê. Heya neçim Dêrsimê baş nabim.” Lê belê bêyî ku were berdan Ebrû Tîmtîk di roja 238’an a çalakiya xwe de, ango 27’ê Tebaxa 2020’an li Nexweşxaneya Dr. Sadî Konûk a Bakirkoya Stenbolê jiyana xwe ji dest da. 
 
1875: Parêzvana mafên jinan Katharine Dexter McCormick îro hat dinê. Piştî ku hevjînê Katharinê jiyana xwe ji dest dide, ew ji bi mîrateya hevjînê xwe piştgiriya fînansê da lêkolîna ku ji bo hebên kontrala welidînê tê kirin. Katharine di 28'ê kanûna 1967’an de li Amerîkayê jiyana xwe ji dest da. 
 
2015: Rojnamegerên jin piştî hilbijartina giştî li dijî gotinên serokkomar "Ji bo aştiyê rojnamegerên jin" daxuyaniyek nivîskî bi ser navê "Êdi em dixwazin nûçeyên aştiyê çêkin" dan. 
 
2019: Aktîvîsta li dijî şer Frances Crowe, di 15'ê adara 1919’an de li Missouriya Amerîkayê hat dinê. Frances, ji piştî salên 1970'î li New Englandê li dijî nukleerê di nav tevgeran de cih girt. Di nîsana 1977'an Şantiyeya Santrala Enerjî ya Nukleer a Seabrookê bi 414 kesan ve dagir kir. Ji ber hewldanên wê yên aştiyê di 4'ê gulana 2007'an de ji hêla Manastira Aştiyê ya Massachusettsê ve bi Xelata Werektiya Wijdanî hat xelatkirin. Di 27'ê tebaxa 2019'an de jiyana xwe ji dest da.
 
2021: Meclîsa Jina a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi dirûşma "Li dijî şer, talan, tecrîd û nîjadperestiyê jin aştiyê diparêzin" bi tevlîbûna TJA, OHD, Komeleya Jinan a Rosayê, MED-DER'ê li mekaneke Sûra Amedê hevdîtina jinan pêk anî.