26'ê Tebaxa 1920'î: Jinan mafê dengdayînê wergirtin

  • 09:01 26 Tebax 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
Li Emerîkayê jinan piştî bedelên mezin mafê dengdayînê di 26'ê tebaxa 1920'î de wergirtin. Li Emerîkayê ji bo mafê dengdayînê 19 caran guhertin hat kirin. Ev roj wekî Roja Wekheviya Jinan hat qebûlkirin. Di 50'emîn salvegera mafê bikaranîna dengdayînê de bi dirûşma "Ji bo wekheviyê Greva Jinan" di sala 1970'ê de mîtîngek hat lidarxistin. Mîtîng bi piştevaniya Rêxistina Jinan a Neteweyî (NOW) hat lidarxistin û 50 hezar jin tevlî mîtîngê bûn. Di mîtîngê de daxwaza mafê kurtajê ya bêpere, di nav kar de wekhevî û xwedîkirina zarokan a bêpere hat kirin. 
 
1918: Matematîkzan û zanyar Creola Katherine Johnson a ku Afro-Amerî îro hat dinê. Creola, 33 salan derbarê fezayê de lêkolîn kir. Di bikaranîn kompîtûrê de pêşengtî kir. Di 24'ê Sibata 2020'î de li mala xwedîkirina pîran jiyana xwe ji dest da. 
 
2015: Li Kantona Cizîrê ya Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî zewicandina zarokan kampanya hat destpêkirin.