24'ê Tebaxa 2015'an: Ji bo aştiyê 718 jinan îmze da

  • 09:01 24 Tebax 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
Rêxistinên jinan ên herêmê, ronakbîr, nivîskar û siyasetmedar bi dirûşma "Deng bide aştiyê" kampanyaya îmzeyan dan destpêkirin. 718 jinan îmze dan kampanyayê. Encamnameya kampanyayê li Amedê hat aşkerakirin. 
 
Hin bûyerên girîng ku îro di dîrokê de qewimîne wiha ne:
 
1932: Amelia Earhart, li seranserê Emerîkayê bê navber bi balafirê geriya. 
 
1943: Fîlozofa fransî Simone Weil, di 3'yê sibata 1909’an de li Parîsê hat dinê. Di 12 saliya xwe de hînî zimanê kevnar a yewnanî bû. Di ciwantiya xwe de tevgerên karkeran nas kir û derbarê wan de nivîs nivîsand. Tevlî çalakiyên wan bû. Di sala 1931'ê de dîplomaya mamostetiyê girt û li Dibistana Keçikan a Le Puyê wekî mamosteya felsefeyê dest bi kar kir. Ji ber rê û rêbazên wê yên mamostetiyê bal dikişand ser xwe û dixwestin Simone dev ji kar berde. Sîmone ji neçariyê li fabrîkayeke Parîsê dest bi xebatê kir lê ji ber pirsgirêkên tenduristiyê dev ji kar berda. Ji sala 1936'an şûnde vegeriya ser karê xwe lê wekî berê ne biheyecan bû. Heman salê di şerê navxweyî yê Îspanyayê de tevlî eniya anarşîstan bû. Piştî ku birîndar bû vegeriya Fransayê. Li Fransayê bi olê re bêtir eleqedar bû. Ji bo wê teşhîsa tuberkulozê hat dayîn. Tiştê ku ji bo tenduristiya wê hatî pêşniyarkirin Simone li dijî wan derket û tevlî çalakiyan dibû. Di 24'ê Tebaxa 1943'an de ji ber nexweşiya dil jiyna xwe ji dest da. 
 
2014: Şandeya ku ji Îdrîs Balûken, Pervîn Buldan û Sirri Sureya Onder pêk dihat ji bo bi rayedarên KCK'ê re hevdîtinê pêk bînin çûn Qendîlê. Di 15'ê Tebaxê de li Îmraliyê bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîbûn. Derbarê çûyîna xwe ya li Qendîlê de li Navenda Giştî ya partiya xwe ya HDP'ê civîna çapemeniyê li dar xistin. 
 
2015: Koordînasyan Kongreya Jinên Azad (KJA) a Wanê û endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Wanê bi dirûşma "Em nahêlin ku hûn şer bikin" bi tevlîbûna dayikên leşker û gerilayan panelek hat li dar xistin. Dayikan li vir banga yekîtiyê ya li dijî şer kir. 
 
2016: Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Stenbolê bi dirûşma "Dayik dê rê nedin şer" li ber Qesra Dolmabahçeyê kom bûn, çalakiya xwe ya 43'yemîn a ji bo pratîzekirina Mutabakata Dolmabahçeyê li dar xistin.