23'yê Tebaxa 2014'an: Banga 'Em bi roja xwe re li ser sofreya xwe ne'

  • 09:01 23 Tebax 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
Platforma ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji bo asta kampanyaya îmzeyê ya ji "Ocalan re Azadî" a ji bo  Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku hatiye di 23'yê Tebaxa 2014'an de li Stenbolê civîna çapemenyê li dar xist.
 
Civîn li Komeleya Jinan a Gokkuşagiyê bi tevlîbûna Tevgera Jinên Azad a Demokratîk (DOKH) hat lidarxistin. Di civînê de daxuyanî ji aliyê endama Komeleya Gokkuşagi Burcu Şahînlî ve hat xwendin û wiha hat gotin: "Di van rojên ku şer veguheriye muzakereyê de em bang li hikûmetê dikin ku li hemberî dewleta kûr a ku dibe sedema provokasyonan bi berpirsiyarî tevbigere."
 
DOK'ê diyar kir ku  dê di meha îlonê de di çarçoveya çalakiyên bi dirûşma "Em bi roja xwe re li ser sofreyê ne" dê li gelek bajarên Tirkiye û Kurdistanê, şahî bên lidarxistin, fîlm bên pêşandan û dê forum bên lidarxistin. Herwiha di 28'ê  Îlonê de jî wê li her cihî zincîra mirovahiyê pêk bînin û ji bo daxwaza azadiyê ji bo Abdullah Ocalan bikin.
 
Hin bûyerên din ên girîng ku îro di dîrokê de qewimîne wiha ne:
 
1990: Li gorî Qanûna Medenî ya 743'yan a ku di 4'ê Cotmeha 1926’an de hatî derxistin jin bêyî destûra hevjînê xwe nedikarî bixebite, jinên ku dixwestin bixebitin jî serî li dadgehê didan. Xebat li gorî biryara dadgehê bû. Di tebaxa 1990'î de femînistan li Stenbolê kampanyaya îmzeyan dan destpêkirin. 2 hezar û 500 îmze hatin komkirin. Îmzeyên ku hatin komkirin di 16'ê îlona 1990'î de şandin Dadgeha Makeqanûnê. Piştî nirxandina dadgehê di 29'ê Cotmeha 1990'î de xala 159'emîn hat betalkirin. 
 
2016: Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî li dijî hemû zext û zordariyê kevneşopiya xwe ya çapemeniya azad domand û dest bi weşanê kir. Rojname bi surmanşeta "Li taxê zarok nehiştin", bal kişand ser êrişa DAIŞ'ê ya ku li Dîlokê pêk hatî. Rojname bi 12 rûpelan hat çapkirin. 
 
2019: Emîne Bulut li Kirikkalê bi êrişa mêrê ku pêre zewicandî Fedaî Varan ve rûbirû ma. Dîmenê birîndariya Emîneyê di medyaya dijîtal de hat weşandin. Dîmenê ku "Ez naxwazim bimirim" li tevahiya Tirkiyeyê deng veda. Jinan ji bo edalet pêk bê di 23'yê Tebaxa 2019'an de daketin qadan. Çalakiyên girseyî li Enqere, Stenbol, Mêrsîn, Îzmîr û li gelek bajaran bi dirûşma "Ez naxwazim bimirim" hatin lidarxistin. 
  
2020: Endamên Kongreya Star ên Kantona Efrînê derbarê Îpek Er a ku Çawîşê Pispor Musa Orhan tecawizî wê kir û bû sedema mira wê de daxuyanî dan. Jinan di daxuyaniyê de gotin, "Bi giştî li hemberî Gelê Kurd û bi taybet jî li hemberî jinên kurd sûc tê kirin."
 
2020: 312 jinan, rêxistina LGBTÎ+ û bi piştgiriya 150 saziyan zêdetir, Platforma Jinan a ji bo Aştiyê (EŞÎK) derbarê Peymana Stenbolê de daxuyaniya nivîskî dan. Di daxuyaniyê de derbarê nexşerêya hatiye pêşkêşkirin û nîqaşên dihatin dewamkirin de 5 maddeyên ji rayedaran pêşkêş kirin, eşkere kirin. EŞÎK'ê da zanîn divê her kes piştgiriyê bidin van maddena û gotin ew dev ji van maddena bernadin.