22'yê Tebaxa 2015'an: Jin ji bo Ekîn Wan derketin qadan

  • 09:01 22 Tebax 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
Jin ji bo Kevser Elturk (Ekîn Wan) a  şervana YJA Starê ku li Gimgima Mûşê hat qetilkirin û bedena wê hat teşhîrkirin di 22'yê Tebaxê de daketin qadan.
 
Kevser Elturk a bi nasnava Ekîn Wan, li Gimgima Mûşê di 10’ê Tebaxa 2015’an de di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da û bedena wê ji aliyê leşkeran ve hat teşhîrkirin. Di 22'yê Tebaxa 2015'an de, pêkhateyên Kongreya Jinên Azad (KJA) li Qada Bagcilara Stenbolê bi dirûşma "Ekîn Wan rûmeta me ye" meş li dar xistin. 
 
Hin bûyerên girîng ku îro di dîrokê de qewimîne wiha ne:
 
1876: 50 karkerên jin ên li feshane dixebitin di sala 1876'an de dest bi grevê kirin. Wek greva yekem a serbixwe ya jinan derbasî dîroka Osmaniyan bû. 
 
2013: Kedkarên jin ên tenduristiyê avakirina Weqfa Piştevanî û Perwerdeyê ya Tendurisvanên Jin (KASAV) îlan kir. Weqfa jinan ji hêla 33 kedkarên tendurisiyê ve li Stenbolê hat vekirin. 
 
2015: Koordînasyona Kongreya Jinên Azad (KJA) a Enqereyê avakirina xwe îlan kir. 
 
2016: Endamên Dayikên Aştiyê yên Amed, Mêrdîn, Riha çûn serdana malbata Dîlokê ya ku di dawetê de bi êrişa DAIŞ'ê ve rûbirû mabûn. Li cihê ku bûyer qewimî qurnefîl hatin danîn. 
 
2022: Hunermend û wênesaza Îranî Mahîn Afshanpour di 81 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.