20'ê Tebaxa 2013'yan: Posterê Abdullah Ocalan li Sûrên Amedê hat daliqandin

  • 09:01 20 Tebax 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
Gelek sazî, dezgeh û partiyên siyasî ji bo balê bikişînin ser êriş û qetlîamên ku li Rojava pêk tê di 20'ê tebaxa 2013'yan de bi tevlîbûna hezar kesî li Sûrên Amedê çalakiya xeleka ji mirovan pêk tê, li dar xistin. Di çalakiyê de pankartên wekê "Gelê li Rojava ne bi tenê ye", "Ji Rojava re azadî, ji kurdan re azadî", "Şoreşa Rojava, şoreşa azadiyê ye" û “Azadiya Rojava azadiya Rojhilata Navîn e” li Sûrên Amedê hatin daliqandin. Her wiha posterê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî li Sûra Amedê hat daliqandin. 
 
Hin geşedanên ku di dîrokê de qewimîne wiha ne:
 
2014: Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê yên Stenbolê, di çarçoveya kampanyaya "Ji Ocalan re azadî" li Qada Aksaraya Stenbolê standa îmzeyan vekirin. Dayikan li vir banga aştî û edaletê kirin. 
 
2014: Li Colemêrgê ji bo biranîna rojnameger Denîz Firat ya ku ji hêla DAIŞ'ê ve hatibû qetilkirin, Akademiya Jinan a Şehîd Denîz Firat hat vekirin. 
 
2015: Karîkaturista Îranî Atena Farghadani ji ber karîkaturên xwe bi îşkenceyê re rûbirû ma û hat girtin. Tora Mafê Karîkaturistan a Navneteweyî Xelata Werêktiyê ya Karîkaturê ya 2015'an da Ataneyê. 
 
2017: Meclîsa Xweser a Demokratîk a Şengalê (MXDŞ), Projeya Xweseriya Demokratîk û 23 Rêgezên Rêveberiya Xweseriya Demokratî aşkera kir. Civîn li Qada Laleş a Xanesorê hat lidarxistin. 
 
2018: Ji bo parastina mafên jinên Erebistana Suudî li ser înternetê qanaleke radyoyê hat avakirin. Radyo bi navê Nsawya FM dest bi weşanê kir. 
 
2020: Rêxistina Têkoşîna li dijî Şîdeta li hemberî Jinan a Sara û Kongreya Star wêneyên ku jinên hatine qetilkirin li kolanên Kobanê daliqandin.