17'ê Tebaxa 1978'an: Karkerên jin di grevê de bi ser ketin

  • 09:01 17 Tebax 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
Li navçeya Centraliaya eyaleta Ontario ya Kanadayê karkerên jin ên li Fabrîkaya Fleckê dixebitin di 6'ê adara 1978'an de dest bi grevê kirin û grev heta 17'ê tebaxa 1978'an dom kir. Karkerên jin di çalakiya xwe ya grevê de bi ser ketin. 
 
Di nav 146 karkeran de tenê 5 karkerên mer di fabrîkaya otomotîv a kabloyan de dixebitî. Di şert û mercên herî xirab de karker dixebitîn. Li vir jin bi heqdestekî kêm û bi saetên dirêj dixebitîn. Ev tişt ne tesadûfî bû. Her wiha li fabrîkayê jin bi destdirêjiyê re rûbirû diman. Karkerên jin biryara grevê dan û bi komên femînist ên Ontarioyê û organîzatorên roja jinan a navneteweyî çalakî li dar xistin û belavok belav kirin. Jin ji bo avakirina sendîkayê xebateke mezin dan. Dema ku belavokên sendîkayê hatin qedexekirin, jinan tîşortên ku li ser agahiya civînê dinivîsande li xwe kirin. Di encamê de 82 kes bûn endamên sendîkayê.
 
Di 6'ê gulanê de grev hat destpêkirin û li dijî grevê polîs hatin wezîfedarkirin. Di meha duyem de ji bo 80 jinî 500 polîs hatin wezîfedarkirin. Li dijî êrişa polîsan bêtir piştevanî zêde dibû. 23 jinên çalakvan derbarê şîdeta polîsan de gilî kirin. Greva jinan 163 rojan berdewam kir û grev bi serkeftî bi dawî bû û daxwazên jinan hatin qebûlkirin.
 
Hin bûyerên girîng ku îro di dîrokê de qewimîne wiha ne:
 
1863: Nivîskara Amerîkî Gen Stratton-Porter îro hat dinê. Her wiha Gen wênekeşa xwezayê bû. Di 6'ê kanûna 1924’an de jiyana xwe ji dest da. 
 
1900: Dîroknas û aktîvîsta efrîkî ya Amerîkayê Pauline Alice Young îro hat dinê. Di heman demê de Pouline pirtûkxanevan bû û di 26'ê hezîrana 1991’an de jiyana xwe ji dest da. 
 
1904: Rojnamegera amerîkî Mary Dawson Cain îro hat dinê. Parêzvana mafên mirovan Mary li dijî dahata ewlehiyê civakî di nav kampanyayan de cih girt û wisa jî navdar bû. Her wiha Mary di nav siyasetê de cihê xwe girt û di 6'ê gulana 1984’an de jiyana xwe ji dest da.