16'ê Tebaxa 2016'an: Rojnameya Ozgur Gundem hat girtin

  • 09:01 16 Tebax 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
 
Rojnameya Ozgur Gundem bi îdiaya “Propagandaya PKK'ê kiriye" 6 sal beriya niha îro ji hêla 8'emîn Dadgeha Cezayê Sulhê yê Stenbolê ve hat girtin.  Avahiya rojnameyê di heman rojê de hat mohrkirin. Her wiha xebatkarên rojnameyê bi êrişa polîsan re rûbirû ma û hatin binçavkirin. 
 
1949: Nivîskar û rojnamegera Emerîkî Margaret Munnerlyn Mitchell di 8'ê mijdara 1900'î de hat dinê. Margaret bi romana "Wekî bayê derbas bû" tê nasîn. Bi vê romana xwe di sala 1936’an de Xelata Pulîtzerê girt. 72 sal beriya niha îro jiyana xwe ji dest da û nivîsên wê di pirtûkekê de hatin komkirin. 
 
1998: Serdama Ronesansê de Dorothy West a Emerîkî nivîskariya çîrokan dikir di 2'yê hezîrana 1907’an de hat dinê. Ji malbateke reşikî bû û bi nivîskariya xwe ya çîrokan tê nasîn. Dorothy, 23 sal beriyan niha îro jiyana xwe ji dest da. 
 
2002: Trena Aştiyê ya Jinan, ji bo tevlî Lûtkeya Pêşketina Domdar a Cîhanê (WSSD) bibe ji bajarê Ugandayê ber bi bajarê Johannesburga a başûrê Efrîkayê ve bi rê ket. Rêwîtiya dîrokî 19 sal beriya niha îro pêk hat. Ji 70 zêdetir komên jinan rêwitiya trenê hat organîzekirin. 
 
2012: Li Başûrê Efrîkayê polîsan gule li ser karkerên grevê reşandin û 34 xebatkarên kanê hatin kuştin. Li ser vê yekê greva xebatkarên kanê belav bû û şermezarkirin zêde bû. Jinan jî gelek xwepêşandanên nerazîbûnê li dar xistin. 
 
2018: Xwediyê Xelata 18'emîn a Grammyê Aretha Franklin jiyana xwe ji dest da. Di sala 2010'an de tedawiya pençeşêrê didît. Di sala 2017'an de dev jî muzîkê berda bû.