15'ê Tebaxa 2021'ê: Li dijî Talîban çalakî hatin lidarxistin

  • 09:01 15 Tebax 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
Talîban di 15'ê Tebaxa 2021'ê de rêveberiya Afganistanê kir binê kontrola xwe. Talîban çawa hat ser rêveberiyê di destpêkê de jin kir hedefa xwe. Li dijî vê yekê jin li her qadê derketin û gotin ew rêveberiya Talîban nas nakin. 
 
Gelek jinên li dijî Talîban hatin gel hevdu pankartên "Ji bo jinan edalet","Talîban bersûcên qirkirinê ye","Teroristên baş an jî ne baş tune ne" hilgirtin û dirûşmên "Teror ji bo mirovan gefxwarinek e","El Kaide û Talîban komên terorist in","Ne Talîban ne jî teror","Em hukumeta terorê nas nakin","Dev ji hevkariya bi terorê re berdin" berz kirin û çalakiya xwe li dar xistin. 
 
1924: Hedy Epstein a cuhî li dijî şerê Îsraîl û polîtîkayên şer her tim di nav têkoşînê de bû. Aktîvîsta mafên mirovan Hedy îro hat dinê. Di dema Naziyan de neçar ma ku Elmanyayê terk bike û biçe Îngilistanê. Ji xeynî 2 kesan hemû ferdên malbata Hedyê li Wargehên Auschwitzê hatin qetilkirin. 
 
Hedy, di dema Şerê 2'yem a Cîhanê de di fabrîkaya çek de xebitî û tevlî koma çepgir ên cuhiyên Elman bû. Di sala 1948'an de koçî New Yorka Amerîkayê bû. Piştre berê xwe da Minneapolis û St. Louis, Missouriyê. Têkoşîna xwe li vir domand. Hedy, ji Arnold Epstein re zewicî. Di sala 2001'ê de li St. Loisê Şaxa Koma Jinên ku Cilên Reş li Xwedikin vekir. Di sala 2003'yan de ji bo di nav Tevgera Piştevaniya Navneteweyî de bixebite berê xwe da başûrê Şerîayê. Her tim li dijî polîtîkayên leşkerî yên Îsraîlê derket. Hedy, di 26'ê gulana 2016'an de li St. Louisê li mala xwe ji ber nexweşiya pençeşêrê di 91 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. 
 
1970: Patricia Palinkas, yekemîn jin bû ku bi profesyonelî di musabakaya futbolê ya Amerîkayê de lîst. 
 
2018: Siyasetmedara Îtalî Rita Borsellino di 2'yê Hezîrana 1945’an de li Palermoya Îtalyayê hat dinê. Rita li dijî mafyaya Sicilyayê her tim di nav têkoşînê de bû. Rita, ji Partiya Demokrat a Îtlayayê de wek endama Parlamentoya Ewropayê wezîfe girt. Ji sala 2009'an heta sala 2014'an di nav Parlamentoya Ewropayê de cih girt. Di sala 2018'an de ji ber pençeşêrê jiyana xwe ji dest da. 
 
2022: Îskoçyayê biryar da alavên ji bo reglê yên pêdiviyên bingehîn in belaş bê ragihandin.