14'ê Tebaxa 2021'ê: Hevdîtina 'Di têkoşîna jinan de rola rêveberiyên herêmî'

  • 09:01 14 Tebax 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
Lijneya Rêveberiya Herêmî ya Demokratîk a Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê bi navê "Di têkoşîna jinan de rola rêveberiyên herêmî' atolyeyek li dar xist. Di atolyeyê de têkoşîna jinan a li dijî pergela serdest, têkoşîna jinan a li hemberî pergalê û girîngiya pergala hevserokatiyê yek bi yek hatin nirxandin. 
 
Hinek geşedanên din ên di dîrokê de îro derketine pêş wiha ne:
 
1848: Lêkolînvana zanîstî û stronom Margaret Lindsay a îrlandayî îro ji dayik bû. 
 
1891: Ji bo mafê bikaranîna deng a jinan daxwazname hat dayin. Zelandaya Nû ya di salên 1890'î de koloniya Îngilizan bû yekem welatê mafê bikaranîn deng da jinê ye. Ev maf bi têkoşîna Kate Sheppard a ji Îngilistanî koçî giravê kir û jinên li gel wê hat bidestxistin. Civînên veşartî yên hatin kirin bû ji gavên girîng a tevgera jinê mezin û xurt kir. Ev civînana bi demê re bi gel re eşkere hatin kirin. Bi nivîs û serhildanan li welêt deng veda. 
 
Bi pêşengiya Kate Sheppard, WCTU (Women’s Christian Temperance Union) broşurên ji bo mafê bikaranîna deng a jinan amade kir û belav kir. Gelek carî nûner çûn meclîsê û hinek endamên meclîsê piştgirî dan. Îmze hatin komkirin. Daxwaznameyeke 9 hezar kesî îmze kiribû di 14'ê Tebaxa 1891'ê de ji bo Meclîsa Temsîlkaran hat dayin. Lê belê mafê bikaranîna deng a jinan nehat qebûlkirin. Daxwaznameya duduyan di 1893'yan de bi 25 hezar îmzeyan hat dayin. Ev jî ji bo Meclîsa Temsîlkaran hat ragihandin. Bi dengdayina li meclîsê axirê bikaranîna mafê dengdayina jinê hat qebûlkirin. Di 19'ê Îlona 1893'yan de Zelandaya Nû bû welatê yekem ku mafê bikaranîna deng da jinan. Di 1919'an de jinan mafê hilbijartinê jî bi dest xistin. 
 
Bi biryara fermî ya walî da û bi destûra ji aliyê Qesra Îngilistanê hat dayin jinan di hilbijartinên yekem de wekî hilbijêr çûn dengê xwe bi kar anîn. Ji bo pêşenga van xebatana Kate Sheppard Madalyaya Qraliyetê hat dayin. Îro jî wêneyê Kateyê li ser banknotê 10 dolar ê Zelandaya Nû heye.
  
1994: Nivîskara roman û lîstikan Alice Childress a Efrîqayî ya li Emerîqayê ji dayik bû jiyana xwe ji dest da. Wekî jina yekem a 40 salî nivîsand û nivîsên xwe weşand tê zanîn.
 
2015: Hêza Azadiya Jinê (KOG) bi daxuyaniya parve kir avakirina xwe îlan kir. Di serê daxuyaniyê de wiha hat gotin:"Ev metna îlana Hêza Azadiya Jinê, hêza şer a jînê ya li dijî mêtingeriya bi hezar salan e."
 
2015: Li Navçeya Farqînê ya Amedê bi pêşengiya YDG-K'ê jin hatin gel hevdu û yekîneya xweparastinê ava kirin.  
 
2019: Stephanie Frappart, maça Lîga Yekem a  Amiens-Strasbourg bi rê ve biribû. Wê weke jina yekem a rêvebirina maçê ya Ligue 1'ê cihê xwe di dîrokê de girt. Wê di heman demê de maça fînalê ya Super Kupayê bi rê ve bir. Ew bû jina yekem a maça fînalê bi rê ve bir.