13'yê Tebaxa 2015'an: BÎGK'ê li dijî şer çalakî li dar xist

  • 09:01 13 Tebax 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
Hewldana Jinan a ji bo Aştiyê (BÎKG), bi dirûşma "Em wek jin li dijî şer dengê xwe bilind dikin" li Kadikoya Stenbola Tirkiyeyê çalakiya dengderxistinê li dar xistin. 
 
Hinek geşedanên ên di dîrokê de îro derketine pêş wiha ne:
 
1818: Lucy Stone di 13'ê tebaxa 1818'an de hat dinê. Lucy her tim parêzvaniya mafê bikaranîna dengdayîna jinan kir û her wiha li dijî koletiyê her tim di nav têkoşînê de bû. Ji Zanîngeha Massachusettesê cara yekem jinekê dîplomeyek girt û ev jî Lucy bû. Li dijî koletiyê di nava avakirina Yekîtiya Neteweyeyî ya Jinan de cih girt. Her wiha di avakirina Komeleya Mafê Bikaranîna Dengdayîna Jinan a Emerîkayê de cih girt. 
 
1849: Leonora M. Kerney Barry, li navçeya Cork a Îrlandayê hat dinê û her tim di nav çalakiyên karkeran de cih girt. Her tim bi hewldanên xwe bal dikişand ser şert û mercên xebatê yên karkerên jin. Leonora di 18'ê tîrmeha 1923’yan de jiyana xwe ji dest da. 
 
1950: Kinar Sivaciyana ermen, li Stenbolê di sala1876'an de hat dinê û di dema Osmaniyan de yekem car jinek şanoya xwe vekir. Her wiha dayika wê jî lîstikvana şanoyê bû. Di 13'yê tebaxa 1950'an de li Kadikoya Stenbolê jiyana xwe ji dest dide.
 
2015: Hewldana Jinan a ji bo Aştiyê (BÎKG), bi dirûşma "Em wek jin li dijî şer dengê xwe bilind dikin" li Kadikoya Stenbola Tirkiyeyê çalakiya dengderxistinê li dar xistin. 
 
2015: Navenda Ragihandinê ya Jinên Kurd (REPAK) a li Hewlêrê, derbarê komkujiyan û şerê topyekun ê li dijî kurdan daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat gotin Tirkiye siyaseteke talûke li Rojhilata Navîn dide meşandin. 
 
2020: Şanoger û sînemavan Meral Niron di 83 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da û bi şanogerî û lîstîvaniya xwe li Tirkiyeyê jinek navdar bû.