12'yê Tebaxa 2013'yan: Doguş Derya sonda wekhevî û femînistiyê xwar

  • 09:01 12 Tebax 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
Di 28'ê tîrmeha 2013'yan de li bakurê Qibrisê di hilbijartina giştî de 4 jin wekî parlamenter hatin bijartin. Yek jî wan Doguş Derya bû û ji partiya Tirk a Komarê-Hêzên Yekgirtî (CTP-BG) tevlî hilbijartinê bûbû. 
 
Doguş li dijî sonda ku hatî nivîsandin derket û diyar kir ku divê li gorî şert û mercên îro metna sondê bê nivîsandin. Doguş sonda wekhevî û femînistiyê xwar. Her wiha di hilbijartinê de nasnameya Doguş a femînistî ji hêla hin derdoran ve nedihat qebûlkirin. Heman tişt ji hêla parlamenterên mêr ve di merasîma sondxwarinê de jî derket holê. Hin parlamenteran dema Doguş sond xwar parlamento terk kirin. 
 
Hin bûyerên din ên girîng ên ku îro di dîrokê de derketine pêş ev in:
 
2023: Li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi dirûşmeya “Têkoşîna hevpar a jinan temînata bidawîkirina komkujiyan e” konferansek hate lidarxistin.
 
Di daxuyaniya dawî ya konferansê de ku gelek jinên ji bawerî û pêkhateyên Êzidî, Kakeyî, Zerdeştî, Feylî û Mesîhî beşdar bûn, hat diyarkirin ku parlamentoya gelek welatan û saziyên navneteweyî ev êrîşa hovane weke qirkirinê qebûl kirine. Hat gotin ev gaveke erênî û girîng e û bang li welatên ku jenosîd nas kirine hat kirin ku hemû dewlet û saziyên ku ji fermanê berpirsyar in bên darizandin.