11'ê Tebaxa 2015'an: Li dijî şer Kursiya Jinê ava kirin

  • 09:01 11 Tebax 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
Jinên bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Konseya Bajrê a Êlihê hatin gel hevdu li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a Kolana Gulistanê li dijî şer Kursiya Jinê ava kirin. Jinên axivîn dan zanîn ew ê tevî hemû zehmetiyan bi canê xwe aştiyê bînin. 
 
Hinek geşedanên ên di dîrokê de îro derketine pêş wiha ne:
 
2016: Jinan ji bo Amîne Demirtaş çalakî li dar xistin. Di 31'ê Tîrmeha 2016'an de Amîne Demîrtaş a 17 salî ji aliyê birayê xwe Kasim Demîrtaş ve bi îşkenceyê hat qetilkirin. Piştî îşkenceyê Amîneyê jiyana xwe ji dest da. Di otopsiyê de şopên berê yên lêdanê li ser bedena Amîneyê hatin dîtin. Hat diyarkirin Amîneyê ji ber îşkenceya ji malbata xwe dîtiye ji malê reviyaye û hatiye ba xizmên xwe yên li Amedê. Li gor îfadeya şahidan hat diyarkirin malbatê piştre di odeyekê de derî li ser Amîneyê kîlt kiriye. 
 
Meclîsa Jinê ya Şaredariya Êlihê ji bo Amîne Demirtaş û ji bo balê bikşîne ser komkujiyên di demên dawî de zêde bûbûn 4 rojî çalakî li dar xist. Piştî daxuyaniya çapemeniyê ya di 8'ê Tebaxê de di 9'ê Tebaxê de jin li gel Mala Gel a Ahmet Kaya hatin gel hevdu û ber bi kuçeya Amineyê lê dijiya meşiyan û jinên li wir ketin nava piştevaniyê. Jinên parêzer ên ji Baroya Êlihê jî beşdarî doza Amîneyê bûn. Cezayê muebetê yê giran ji aliyê 2'yemîn Dadgeha Cezayê ya Êlihê ve li Kasim Demirtaş hat birîn lê belê piştre bi daxistina 'halê baş' cezayê wî daxistin. 
 
2018: Komisyona Lêkolînê ya Mafên Mirovana HDP'ê ji bo jinên ducanî û hîn nû zayine bên berdan dest bi kampanyayê kirin. Berê jî bi pêşniyaznameyan ev mijar hatibû rojevê û dozger û dadgerên li gor zagona 5275'an biryara berdanê nedan gilîyên wan li Lijneya Dozger û Dadgeran hatin kirin.