10'ê Tebaxa 2015'an: Ekîn Wan hat qetilkirin

  • 09:01 10 Tebax 2024
  • Di Dîrokê De Îro
Li Gimgima Mûşê di 10'ê Tebaxa 2015'an de di şer de Kader Kevser Eltur a bi nasnav Ekin Wan hat qetilkirin. Sîstema dewlet-mêr ji bo heyfê ji têkoşîna bi biryar a Ekînê bistîne û tirsê belav bike bedena Ekînê teşhîr kir. Wêneyên têkildarî vê yekê li ser medyaya dîjîtal belav bû. Li dijî vê êrişê jin daketin qadan û xwedî li bedena Ekînê derketin. Bi rojan bi dirûşmên "Bedena tazî ya Ekîn Wan rûmeta me ye" û bi pankartên hatin hilgirtin êrişa li ser bedena jinê hat şermezarkirin.
 
Hinek bûyerên girîng ên di dîrokê de îro wiha ne:
 
1896: Nivîskar, wergervan, rojnameger, şoreşger a Çekî Milena Jesenská ji dayik bû. Ji ber rojnameyeke illegal çap dikir û nivîsên xwe û karên bi sosyalîstan dikir navê Milenayê her di nava lîsteya kesên lê dihatin gerandin de bû. Dîsa jî wê li dijî vê yekê şer tercîh kir. 
 
1972: Şervana azadiyê û şoreşgar Zeynep Kinaci (Zîlan) a li Dêrsimê di 30'yê Hezîrana 1996'an de di dema merasîma alê de ket nav leşkeran û êrişa întixarê pêk anî ji dayik bû. 
 
1989: Wezareta Dadê Giştînameya 1'ê Tebaxê weşand û bi vê re tundiya sîstematîk li girtîgehan ket meriyetê. Li hemû girtîgehan, girtiyan li dijî vê yekê dest bi greva birçîbûnê kirin. Di vê pêvajoyê de Girtîgeha Tipa Taybet a Eskişehirê bi biryara wezaretê hat girtin û girtiyên li wir hatin sirgunkirin. Girtî ji Eskişehirê sirgunî Aydinê hatin kirin. Di wê demê de gelek girtî di wesayita neqilê de hatin girtin û 2 girtiyan jî ji ber derî nehatin vekirin, jiyana xwe ji dest dan. 
 
2015: Civîna Meclîsa Jinê ya Êzidiyan a Şengalê hat lidarxistin. Di civînê de ji bo xebat baştir bên meşandin komîte hatin avakirin. 
 
2015: Li paytexta Kathmanduyê ya Nepalê jinan li dijî pêşnûmeya zagona newekhevî di nava xwe de dihewand li kuçeyan dest bi çalakiya nobetê kirin. 
 
2015: Kiran Gandhi, ji bo balê bikşîne ser pêdiviya pedan ên ji bo jinan di maratona Londrayê de dema regl bû bê ped reviya. Ji bo piştgiriyê bide kampanyaya li dijî pençeşêra memikan jî uniformayê rengê helesor li xwe kir. 
 
2018: Karkerên paqijiyê yên ku bi daxwaza başkirina mûçe û şert û mercên xebatê yên li Îngilîstanê dest bi grevê kiribûn avahiya Wezareta Edaletê dagir kirin. Piştî qebûlkirina daxwazan jinan dawî li çalakiya xwe anîn. 
 
2019: Civîna Komîteya Cîhanî ya Federasyona Jinên Demokratîk a Cîhanê (WIDF) li Namîbyayê dest pê kir. Civîna ku bi temaya “Wekheviya Zayendî, Aştiya Cîhanê û Dadmendiya Civakî ji Hemûyan re” li paytext Windhoek hat lidarxistin. Ji 5 herêm û 18 welatan delege beşdarî civînê bûn.