9'ê Tebaxa 1956'an: Jinan li Başûrê Efrîkayê meşek li dar xistin

  • 09:01 9 Tebax 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
20 hezar jinên reşîkî di 9'ê tebaxa 1956'an de ber bi avahiya hikûmetê ya Pretoridaya Komara Efrîkaya Başûr ve meşiyan. Di sala 1893'an de qanûna "Qedexeya derbasbûnê" li dijî reşikan hatibû derxisitin û reşikan nedikarîn bê destûr li navendê bigerin. Li dijî vê yekê gelek çalakî hatin lidarxistin. Di sala 1954’an de qanûnek hat derxistin û li gorî qanûnê reşik bê belge nikarin li bajar 72 saetan bimînin. Lê tu carî jin xwedî vê belgeyê nebûn. 
 
Federasyona Jinan a başûrê Efrîkayê di nava 2 salan de amadekariya çalakiyê kirin û 20 hezar jin bi 14 hezar daxweznameyan ber bi avahiya hikûmetê ve meşiyan. Piştî ku daxwezname hatin teslîmkirin strana azadiyê hat vegotin. Meşa ku pêk hatî ji bo jinan bû dîrokek û êdî li vir jin hatin dîtin. Di 9'ê tebaxa 1995'an de cara yekem li başûrê Efrîkayê Roja Jinan a Netewî hat pîrozkirin. Bi minasebeta meşa dîrokî ya sala 1956'an 9'ê tebaxê roja betlaneya fermî hat îlankirin. 
 
Hinek geşedanên din ên di dîrokê de îro wiha ne:
 
1872: Aktîvîsta aştî û parêzvana mafên jinan Vîlma Lucklih îro hat dinê. Di Zanîngeha Masarîstanê de cih girt. Vilma di avakirina Komeleya Femînist a Macar de cih girt, rêvebertiya Komeleya Xebatkarên Jin Netewî kir, di avakirina Yekitiya Azad û Aştî ya Jinan a Navneteweyî de cih girt û her wiha sekreteriya giştî ya Jinên Enternasyonalîst jî kir. 
 
1919: Li Hollandayê jinan mafê hilbijartinê girt. Di 29'ê Mijdara 1917'an de jî jinan mafê bijartinê girtibûn. 
 
1989: Li Stenbolê 11 jinan li dijî sepandinên girtîgehan kincê reş li xwe kirin û şermezar kirin. 11 jinên ev rewş şermezar kirin hatin girtin. 
 
1995: Roberta Cooper Ramo bû seroka Yekitiya Baroyên Amerîkayê û cara yekem jinek ji bo vê wezîfeyê hat bijartin. 
 
1995: Li Afrîkaya Başûr cara yekem Roja Jinên Neteweyî hat pîrozkirin. Ev roj wekî roja betlaneya fermî hat îlankirin. 
 
2016: Helbestvana Hîntlî Irom Sharmila, li dijî Qanûna Destûra Taybet a Hêzên Çek dest bi grevê kiribû û piştî 16 salan dev ji çalakiya xwe berda. Li eyaleta Manipûra Bakurê Hindistanê wekî "Leydiya Hesin a Manipurê" hat nasîn. Di çarçoveya qanûnê de di 2'yê Mijdarê de li rawestgeha otobûsê 10 sivîl hat qetilkirin û Irom ji ber vê sedemê û li dijî qanûnê di 5'ê Mijdara 2000'î de dest bi grevê kiribû. Irom piştî 3 roj şûnde hat binçavkirin. 
 
2017: Jinên Mikronezî konferansa xwe ya jinan li dar xist. Li Grava Mikronezya ya ku girêdayî Papua Gîneya Nû, bi pêşengiya Rêxistina Jinên Yekitî ya Bi hev re (Women United Together) konferans hat birêxistinkirin. Gelek jinên ku li Gravên Marshal ê û gravên derdorê tevlî konferansê bûn. Jinan di konferansê de li ser şîdet, aborî, tenduristî û siyasetê rawestiyan. 
 
2018: Li dijî qanûna kurtajê jinan li kolanan çalakî li dar xist. Di encama çalakiyan de Senatoya Arjantinê qanûna kurtajê ya ku hatibû parlamentoyê red kir. Li gorî texmînan li Arjantînê her sal 500 hezar kurtaj pêk tê. Tevgerên jinan ên Arjantînê demek dirêj e ji bo mafê kurtajê di nav hewldanan de bûn.