8'ê Tebaxa 2014'an: Rojnameger Denîz Firat ji aliyê DAIŞ'ê ve hat qetilkirin

  • 09:01 8 Tebax 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
Rojnameger Denîz Firat a êrişên li ser Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji cîhanê re ragihand ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hat qetilkirin. 
 
Rojnameger Denîz Firat di 8'ê Tebaxa 2014'an de di êrişa çeteyên DAIŞ'ê ya li ser Mexmûrê de jiyana xwe ji dest da. Denîzê bû yekem rojnamegera êrişên çeteyan ên li ser Mexmûrê ji cîhanê re ragihand. Heta dawiya jiyana xwe kameraya xwe hilgirt. Hevalên wê ew bi gotina "Hûn biçin ez ê bi kameraya xwe şer bikim" bi bîr anîn. Denîz Firat li Ebexê ya Wanê bi merasîmeke girseyî hat veşartin. 
 
Hinek geşedanên din ên di dîrokê de îro wiha ne:
 
1857: Kompozitor û piyanîsta Fransizî Cécile Chaminade ji dayik bû. 
 
2009: Hewildana Jinê ya ji bo Aştiyê li Zozanê Berçelanê nobeta aştiyê girt. 
 
2010: Di Kongreya 4'emîn a Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) a Asayî de ji bo hevserokatiyê Aysel Tugluk hat bijartin. Aysel demên borî jî hevserokatiya Partiya Civaka Demokratîk (DTP) kir. 
 
2016: Zagona hemû çalakiyên zayendperest ên di şîrketên Fransayê de qedexe dike ket meriyetê.  
 
2018: 3'yemîn kongreya Yekîtiya Jinên Ciwan (YJC) bi beşdariya 800 delegeyên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Bajaroka Rimelanê ya Kantona Qamişloyê hat lidarxistin. 
 
2019: Koordînasyona Kongreya Star a Rojava li dijî gef û êrişên Tirkiyeyê daxuyanî da. Meclîsa Jinê ya Tebqayê jî konê çalakiyê vegirt.