7'ê Tebaxa 2015'an: Li Rojava bi pêşengiya jinan Navenda Çandiniyê hat vekirin

  • 09:01 7 Tebax 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
Bi pêşengiya jinan li Rojava 7 sal beriya niha îro Navenda Çandiniyê hat vekirin. Ji bo gel çandiniyê bike, xebateke kolektîf pêk bîne û ji bo pêşxistina aboriya gel Lijneya Avdan û Çandiniyê ya Kontona Cizirê hat vekirin. 
 
1869: Matematîkzana amerîkî Mary Frances Winston Newson îro hat dinê. Matematîkzan Marg di qada xwe de gelek xebatên girîng pêk anî. Mary di 5'ê kanûna 1959'an de jiyana xwe ji dest da. 
 
1890: Saskara Yekîtiya Azadiyên Sivîl ên Amerîkayê, parêzvana mafên jinan û Elizabeth Gurley Flynn îro hat dinê. Di sala 1936’an de tevlî Partiya Komûnist a Amerîkayê bû. Heta dawiya emrê xwe serokatiya partiyê kir. Elizabeth di 5'ê îlona 1964'an de li Qada Sor a ku bi hezaran mirov tevlî serdana Yekîtiya Sovyetan bûyî de jiyana xwe ji dest da. 
 
1995: Parêzvana mafên ajanlan û nivîskar Brigid Antonia Brophy di 12'yê hezîrana 1929’an de hat dinê. Bi nasnameya xwe ya femînist li cîhanê dihat nasîn. Mary îro jiyana xwe ji dest da. 
 
1995: Tyra Hunter jina trans a Afrîkî û Amerîkî 26 sal beriya niha qezayeke trafîkê derbas kir ji ber nasnameya xwe ya zayendî li cihê bûyerê mudaxale nehat kirin. Her wiha Tyra li nexweşxaneyê jî nehat tedawîkirin û ji ber vê sedemê Tyra hêj 25 salî bû jiyana xwe ji dest da. Parêzvanên mafên mirovan û Efrîkayiyên emerîkî li dijî vê helwestê derketin û bertekên xwe anîn ziman. Cenazeyê Tyra di 12'yê tebaxê de bi tevlîbûna 2 hezar kesan hat definkirin. 
 
2016: Koordînasyona Kongreya Jinên Azad (KJA) a Sêrtê bi dirûşma "Em xwedî li serokatî, ax û azadiya xwe derdikevin" starta kampanyayê dan. Her wiha ji bo avakirina rêveberiya xweser jî bi navê "Her warek welatek" kampanyayek da destpêkirin.