6'ê Tebaxa 2021'ê: Meşa li dijî kuştina jinan

  • 09:01 6 Tebax 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
Koma Kampanyaya Sepandina Peymana Stenbolê, li dijî kuştina Azra Gulendam Haytaoglu, Esra Hankulu, Emîne Gokkiz û yên din ji Kafeya Mor a Kadikoya Stenbolê heta Qada Rihtimê meşiyan. Li vir bi daxuyaniyekê kuştina jinan şermezar kirin û gotin hem kujeran nas dikin û hem jî kesên ku parastina kujeran dikin nas dikin
 
Hinek geşedanên din ên di dîrokê de îro qewimîne wiha ne:
 
1903: Aktivîsta mafên sîvîl a Emerîkayî Virginia Foster Durr îro ji dayik bû. Virginia ya emrê wê bi têkoşîna li dijî binpêkirina mafan derbas bû di sala 2006'an de ket nava lîsteya Rûmetê ya Jinên Alabamayê. Virginiayê di 24'ê Sibata 1999'an de jiyana xwe ji dest da. 
 
1917: Nivîskara Emerîkayî  Barbara Cooney îro ji dayik bû. Barbara ya ji gelek xebatên xwe xelat girt di heman demê de xelata pirtûkan a neteweyî girt. Pirtûkên wê bi 10 zimanan hatin wergerkirin. 
 
1991: Li Japonyayê Seroka Partiya Demokrat a Civakî Takako Doi, bû yekemîn axaftvana jin a Meclîsa Nûneran. 
 
2014: Li Navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê bi pêşengiya DOKH û Meclîsa Jinê ya DBP'ê bi armanca protestokirina êrişên çeteyan ê li ser Rojava û ji bo piştevaniya bi jinên Fîlîstînî re meşeke girseyî hat lidarxistin. 
 
2016: Jinan xwestin dawî li qedexeya ajotina duçerxeyê bê. Gelek jinên ji Rojhilatê Kurdistanê yên hatin gel hevdu 7 sal berê ango îro li dijî qedexeya ajotina duçerxeyê ji bo bertekên xwe nîşan bidin name ji rayedaran re şandin. Di nameyê de hat xwestin dawî li astengkirina çalakiya jinan û qedexeya ajotina duçerxeyê bê anîn. 
 
2016: Bi dirûşma "Çareseriya li dijî her cure darbeyan demokrasiya radîkal e" li Qada Cumhuriyetê mîtîng hat lidarxistin û gelek jin beşdar bûn. Jinan li pêş cihên xwe girtin û bi tilîliyên xwe reng dan mîtinga demokrasiyê. Jinan bi flamayên kesk, sor û zer dirûşmên "Bijî Serok Apo","Dê Kurdistan ji faşîzmê re bibe mezel","An aştî yan aştî" berz kirin. 
 
2019: Endamên Tevgera Jinên Azad (TJA) bi dirûşma "Ji bo azadî û guhertinê tu jî rabe ser piyan" kampanya dabûn destpêkirin û bi vê dirûşmê çopên li perên îskeleya Tûşbayê dan hevdu.