5'ê Tebaxa 2016'an: Kampanyaya 'Ez xwedî li serokê xwe, ax û azadiya xwe derdikevim'

  • 09:01 5 Tebax 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
Bi dirûşma "Ez xwedî li serokê xwe, li ax û azadiya xwe derdikevim" KJA'yê starta kampanyaya xwe ya 6 mehî da. Berdevka KJA'yê Ayla Akat Ata bi dirûşma "Her Warek Welatek" jin vexwend piştevaniyê û got ew ê mal, kuçe, gund û bajaran ji nû de ava bikin. 
 
Hinek geşedanên din ên di dîrokê de îro qewimîne wiha ne:
 
1929: Ji aktivistên ji bo jinan mafê dengdayinê ya li Îngilistanê Dame Millicent Garrett Fawcett di 11'ê Hezîrana 1847'an de ji dayik bû. Millicent di têkoşîna ji bo jinan mafê dengdayinê de axaftina xwe ya yekem di 1868'an de pêk anî. Piştre bû seroka Yekîtiya Neteweyî ya Komeleyên Mafê Dengdayinê ya Jinan (NUWSS). Bi têkoşîna jinan di 1918'an de Zagona Nûnertiyê ya Gel hat qebûlkirin û bi vê yekê mafê dengdayinê ji bo nêzî 6 milyon jinî hat dayin. Millicent di 5'ê Tebaxa sala 1929'an de li Londonê jiyana xwe ji dest da. 
 
2015: Li Amedê bi banga Kongreya Jinên Azad (KJA) gelek sazî û nûnerên partiyên siyasî hatin gel hevdu û bi sedan jinî li dijî şer "Hewldana Aştiyê ya Jinan a Amedê" ava kirin.
 
2019: Xwediyê xelata nobelê Toni Morrison jiyana xwe ji dest da. Tonîyê nêzî 10 salan li Zanîngehên Texas Southern û Howardê perwerdeya Îngilîzî da. Piştre li  Random Houseyê edîtortî kir. Di 1987'an de romana wê ya Hezkirî (Beloved) ya herî zêde xelat girt hat weşandin. Tonîyê di 1988'an de xelata Pulitzer û di 1993'yan de jî Xelata Wêjeyê ya Nobelê girt. Toniyê di 5'ê Tebaxa 2019'an de li New Yorkê jiyana xwe ji dest da. 
 
2020: Rojnameger û aktivîst Sadia Dehlvi ya Hîndîstanî di 1957'an de li Delhiya Nû ji dayik bû. Di rojnameya "Hindustan Times" a lê dixebitî û di kovara  "Frontline" de bi Urduyî, Hintî, Îngilizî nivîskariya quncikê kir. Sadiayê salek berê ji ber pençeşêra sîngê li nexweşxaneya lê tedawî didît jiyana xwe ji dest da. 
 
2021: Dadgeha El-Siwar a li Tehrana Îranê cezayê girtîgehê yê 26 sal û 8 mehan da 4 jinên girtî yên siyasî. 
 
2021: Li Erebistana Siûdî şampiyona voleybolê ya ewil dest pê kir. 14 taxim tevlî şampiyonayê bûn. Ji ber ev şampiyona ya ewil bû ji bo voleybola jinê girîng bû.