4'ê Tebaxa 2022'yan: Ji bo Aysel Tugluk çalakî

  • 09:01 4 Tebax 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo siyasetmedar Aysel Tugluk li ser Pira 10 çav a Amedê pankart daliqand û bal kişand ser rewşa Aysel û girtiyên nexweş. Banga serbestberdana girtiyên nexweş hat kirin. 
 
Hinek geşedanên din ên di dîrokê de îro wiha ne:
 
1923: Mayme Agnew Clayton a avakara Pirtûkxane, Navenda Perwerdeyê û Lêkolînê ya Reşikan a Dewletê Rojava îro ji dayik bû. Mayme ya bi eslê xwe ji Efrîqayê pirtûkxaneya li ser navê xwe, belgeyên dîroka Emerîqayê û gelek welatên din di nava berhemên xwe de vedihewîne. Muze û Pirtûkxaneya Mayme A. Clayton di 31'yê Tîrmeha 2019'an de hat girtin. Beşek zêde ya berhemên wê li Koleja West Los Angeles hatin bicihkirin.  Mayme di 13'ê Cotmeha 2006'an de jiyana xwe ji dest da. 
 
1958: Helbestkar, nivîskar û wênesaz Ethel Campbell Louise Anderson, di 16'ê Adara 1883'yan de ji dayik bû. Ethelê di berhemên xwe de cih da henek û çîrokên îronîk jî. Ethel wekî "nivîskareke profîla wê bilind, hunermend, şîrovekara hunerê, qasidê modernîzmê" dihat pênasekirin. Di 4'ê Tebaxê de jiyana xwe ji dest da.
 
1997: Jeanne Louiste Calment a Fransizî bi emrê xwe yê 122 sal û 164 rojî wekî mirova yekem a emrê herî dirêj kiriye di nava dîrokê de cihê xwe girt. Emrê wê yê dirêj bala her kesî kişand. Li ser tenduristî û şêwaza jiyana wê lêkolîn hat kirin. Keçeke wê û neviyeke wê ji wê man. 
 
1958: Helbestkar, nivîskar, wênesaz Ethel Campbell Louise Anderson, di 16'ê Adara 1883'yan de ji dayik bû. 
 
2021: Hunermend Fathia Tantavi ya wekî sîmgeya hunera Misirê ji ber qeyrana dil derbas kir, jiyana xwe ji dest da.