3'yê Tebaxa 2014'an: DAIŞ'ê êrişî Şengalê kir

  • 09:01 3 Tebax 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
DAIŞ'ê Şengal, cihê ji bo kurdên êzidî pîroz dagir kir. Bi hezaran êzidî hatin qetilkirin, bi deh hezaran xwe spastin çiyan, nêzî 5 hezar jin û zarok hatin revandin û li bazarên koletiyê hatin firotin. Ev wekî fermana 73'yan a li dijî êzidiyan hat binavkirin. 
 
Di komkujiyê de gelekê wan jê jin û zarok bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest dan, bi hezaran kes ketin ser rêya koçberiyê û jiyana xwe ji dest dan, bi hezaran jin û zarok ji aliyê DAIŞ'ê ve hatin revandin. Piştî komkujiyê jinên êzidî xwe bi rêxistin kirin û ev serhildan heta roja îro jî didome.  
 
Hinek geşedanên din ên di dîrokê de îro qewimîne wiha ne:
 
1913: Mûcîda firaqşoyê Josephine Cochrane îro koça xwe ya dawiyê kir. Josephine di 1839'an de li Ohioyê di nava malbateke afirîner de ji dayik bû. Bavê wê endezyarê avakirinê bû û kalikê wê jî keştiyên bi buhar disêwirand. Wê ji azadiyê hez dikir û baweriya wê bi wê hebû. Di 1893'yan de makîneya navdar a Chicago World’s Fair (Pêşangeha Chicagoyê ya Cîhanê) dide naskirin û ji ber sêwirandin û zexmbûna wê xelatê digire. 
 
1954: Nivîskara lîstikan a Fransizî Sidonie-Gabrielle Colette 64 sal berê îro jiyana xwe ji dest dide. 
 
1961: Hunermenda Avûsturyayî Hilda Rix Nicholas 60 sal berê îro jiyana xwe ji dest da. 
 
2013: Hevparên Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH) ji bo Rojava alîkarî da hevdu lê belê destûr nehat dayin ku ji sînor bê derbaskirin. Li ser vê yekê jinan li deriyê sînor zincîra mirovahiyê ava kirin û ev rewş şermezar kirin. 
 
2015: Navenda Têkiliyê ya Jinên Kurd (REPAK), di salvegera komkujiya Şengalê de bang kir ku piştgiriyên dewletên mîna Tirkiye, Erebîstana Sûûdî, Katarê yên ji bo DAÎŞ'ê bên lêkolînkirin, berpirs li Dadgeha Cezayê Navneteweyî (UCM) bên darizandin. Her wiha di daxuyaniyê de hat xwestin Neteweyên Yekbûyî komkujiyê nas bike û ji bo jinên di destên çeteyan de demildest xebat bên destpêkirin. 
 
2015: Buroya Aştiyê ya Jinan a Kurd (CENÎ) û Nûnertiya Tevgera Jinên Kurd derbarê Komkujiya Şengalê de daxuyanî dan. Tevî van saziyana 9 saziyên jinên kurd kampanyaya "Azadiya jinên Şengalê azadiya mirovahiyê ye" debûn destpêkirin. Ji bo vê kampanyayê banga tevlibûna çalak hat kirin.