2'yê Tebaxa 2016'an: 1'emîn Konferansa HPC-Jin hat lidarxistin

  • 09:01 2 Tebax 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
1'emîn Konferansa HPC-Jin, bi tevlibûna 250 delegeyan li bajarokê Rîmelan ê Girikê Legê hat lidarxistin. Di konferansê de meclîseke ji 45 kesî pêk dihat, koordînasyoneke ji 13 kesî, serok û alîgirên wan hatin hilbijartin. 
 
Hin bûyerên girîng ku îro di dîrokê de qewimîne wiha ne:
 
1894: Li Hollandayê "Komeleya Mafê Dengdayîna Jinê" hat damezrandin.
 
1919: Meclîsên Eyaletên Montana û Nebraska yên DYA'yê guhertina xala qanûnê ya 19'emîn ku mafê dengdayîna jinê mîsoger dike erê kirin.
 
1988: Rêya Hewayî ya Îrlandayê firîna xwe ya yekem ku hemû murettebatên wê jin bûn di navbera Aer Lîngus, Dullîn Shannonê de pêk anî.
 
1988: Romana Leyla Erbîl a bi navê  "Evînên Nameyê" hat weşandin. Pirtûk ji nameyên heft ciwanan ku ji hev re nivîsîne pêk tê.
 
1998: Li Stenbolê bi banga Însiyatîfa Xweser jinên ku hatin gel hev ji bo Konca Kurîş a ku wekî feminîsta îslamît dihat naskirin û li Mêrsîn ji ber mala xwe hat revandin çalakî li dar xistin. Konca piştî hat revandin bi 555 rojan cenazeyê wê yê îşkencekirî hat dîtin. 
 
1999: Ji ber artêşa tirk li qada Mûtkiya Bedlîsê li dijî komek PKK'yî çekên kîmyewî bi kar anî gerîlaya PKK'yî ya ji Çewlikê Nûjiyan (Sibel Kuçukbilezikçi) jiyana xwe ji dest da. 
 
2003: Lîstikvana Firansizî Marie Trintignant, ji ber tundiya solîstê koma muzîkê ya bi navê Noir Desir, Bertrand Cantat ê pê re dijiya jiyana xwe ji dest da. 
 
2005: Feminîst û endama PENa Kurd Roya Tolouî hat girtin. Damezrînera Komeleya Jinên Kurd ên li Kurdistanê Aştiyê Diparêzin û endama PENa Kurd Roya, di Nîsana 2005'an de li Dadgeha Şoreşê hat darizandin û bi îdaya ewlehiya neteweyî dike xeterê hat sûcdarkirin. Roya ya di Cotmeha 2005'an de bi kefaletê serbest hat berdan, piştî xwepêşandanê li herêma rojhilat a Kurdistanê careke din hat girtin. Piştî ku serbest jî ma çû DYA'yê.
 
2018: Hat eşkerekirin ku Fakulteya Tipê ya Tokyoyê ji bo rêjeya jinê kêm bihêle encamên azmûnê guhertiye. 
 
2019: Li Erebistana Siûdî, mêrekî diyar kir ku bêyî destûra vasî dikare destûrê bide jinan ku li dervê welêt seyahetê bikin.