1'ê Tebaxa 2018'an: Kongreya Starê li dijî tecrîdê dest bi hemleyekê kir

  • 09:01 1 Tebax 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
Rêxistina jinê ya Kongreya Star di 1'ê Tebaxa 2018'an de ragihand ku wan dest bi hemleya li dijî tecrîdê kirine.
 
Hinek geşedanên din ên di dîrokê de îro wiha ne: 
 
1910: Wênekêş û rojnameger Gerda (Pohorylle) Taro îro li Elmanyayê hat dinê. Di şerê navxweyî yê Ispanyayê de rojnamegerî kir û li vir jî jiyana xwe ji dest da. Di sala 1933'yan de piştî ku Partiya Nazî hat îqtîdarê Gerda bi hinceta propagandaya Sosyalîstên Nasyonal kiriye hat girtin. Di şerê navxweyî yê Îspanyayê de li dijî faşîstan piştgirî da şoreşgeran û di şer de gelek wêne kişand lê heta niha jî wêneyên wê nehatin dîtin. 
 
1975: Komeleya Jinan a Pêşverû (ÎKD) di 3'yê Hezîrana 1975'an de hat avakirin. Komeleyê hejmara yekem a Rojnameya Dengê Jinan çap kir. Weşana rojnameyê 5 salan bê navber dom kir. Hemû merheleyên rojnameyê ji hêla endamên dildar ên komeleyê ve dihat amadekirin. Di 28'ê nîsana 1979’an de xebatên ÎKD’ê hatin rawestandin. Weşana Rojnameya Dengê Jinê jî piştî darbeya 12'yê Îlona 1980'ê hat rawestandin.
 
1980: Vigdîs Finnbogadóttir bû seroka Komara Îzlandayê. Li cîhanê cara yekem bi hilbijartineke demokratîk jinek wek serok hat bijartin. Vigdis bi şanoyê re mijûl dibû. Di sala 1960'î û 1970'ê de li Îzlandayê li dijî hebûna leşkerên Emerîkî gelek mîtîng hatin lidarxistin. Vigdis jî tevlî wan mîtîngan bû. 16 salan serokatiya Îzlandayê kir. 
 
1981: Concepcion Picciotto wekî Connie tê nasîn, li dijî çekên nukleer li ber Qesra Spî ya Emerîkayê kon veda. Heta dawiya emrê xwe li vî konî jiyana xwe domand. Li Emerîkayê cara yekem çalakiyek wisa demdirêj pêk hat. Her wiha ji ber ku rêgezên heyî binpê kiribû 90 roj cezayê girtîgehê hat birîn. Connie konê xwe bir Bulwara Pennsylvaniayê. William di sala 2009'an de jiyana xwe ji dest da û heta dawiya emrê xwe çalakiya xwe domand. 
 
2010: Lolita Lebrón a heta dawiya emrê xwe li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê yên ABD'ê li ber xwe da îro koça dawî kir. 
 
2015: Bi pêşengiya Ji bo Aştiyê Hewldana Jinan li 14 bajaran jin gihaştin hev û li dijî şer bertekên xwe anîn ziman. Jinan çalakiya xwe bi dirûşma "Ne jin bila çek bêdeng bibin" pêk anîn. 
 
2018: Kongreya Star a Kantona Kobanê li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hemleyek da destpêkirin. 
 
2018: Ji hêla Kongreya Star ve li navçeya Tirbesiyê ya Kantona Qamişloyê bi tevlîbûna gelek kesan Parka Star hat vekirin.