31'ê Tîrmeha 1962'yan: Ev roj wekî Roja Jinên Efrîkayî hat pîrozkirin

  • 09:01 31 Tîrmeh 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
Di 31'ê Tîrmeha 1962'yan de Konferansa Jinan a Yekîtiya Efrîkayê li Darusselam (Tanzanya) civiya. Jinan di encama vê civînê de biryar girtin ku her sal 31'ê Tîrmehê wekî Roja Jinên Efrîkayê bê pîrozkirin.
 
Roja Jinên Efrîkayê, li dijî newekheviya zayendî, koledarî, mêtingerî û nîjadperestiyê sembola bihêzikirina hemû jinên Efrîkayê ye. 
 
Hin bûyerên girîng ku îro di dîrokê de pêk hatine wiha ne:
 
1860: Mary Morrîs Vaux di 3'yê Tîrmeha 1860'î de ji dayik bû. Hunermenda Emerîkî ku bi wênexêziya xwe ya kulîlkên li xwezayê tê nasîn di 22'yê 1940'î de jiyana xwe ji dest da.
 
1877: Harrîet Margaret Louîsa, di 31'ê Tîrmeha 1877'an de li Bajûrê Afrîkayê ji dayik bû. Harîet wekî taksomomîst û botanîkzana Başûrê Afrîkayê xebat kir. Harrîet, herwiha bi giştî navê hezar û 494 cureyên nebatên li xwezayê jî nivîsiye.
 
Harrîet Margaret Louîsa, di 5'ê Nîsana 1970'yî de li Çape Townê jiyana xwe ji dest da. 
 
1922: Zagona Dadgehên Îstiklalê li TBMM'ê hat qebûlkirin. 
 
1965: Joanne Rowîlîng, di 31'ê Tîrmeha sala 1965'an de li Ingîlistanê ji dayik bû. Berhema wê ya yekem a ku di 6 saliya xwe de nivîsandiya bi navê "Kevroşk" e.