29'ê Tîrmeha 2021'ê: Jinên KESK'î daxwazên xwe eşkere kirin

  • 09:01 29 Tîrmeh 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
Endamên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) bi dirûşma "Ji bo mafên xwe bi têkoşîna jinê ya rêxistinkirî ber bi peymanên rast ên bi hev re" li gelek bajaran daxuyanî da. 
 
Jinan di daxuyaniya xwe de daxwazên xwe yên ku xwestin di Peymana TÎS'ê ya ku wê di navbera 2022-2023'yan de bê îmzekirin jî aşkera kirin.  
 
Hin bûyerên girîng ku îro di dîrokê de qewimîne wiha ne:
 
1900: Yek ji pêşengên têkoşîna kedkarên Îtalyayê, rojnamegera feminîst Teresa Noce îro li bajarê Torînoyê ji dayik bû. 
 
1950: Seroka Cemiyeta Aştîxwaz a Tirkiyeyê Behîce Boran û Sekreterê Giştî Adnan Cemgîl hatin giritn .Cemiyetê şandina leşkan a Koreyê şermezar kiribû. 
 
2009: Rêxistinên jin ên Hindistanê li Delhîya Nu çalakî li dar xistin û pêkanînên kontrola zayînê şermezar kirin. Li eyaleta Pradeş 151 jin, bi piştevaniya malî ya dewletê beriya zewaca komî di kontrola bekaretê re hatibû derbaskirin.  
 
2017: Rojnameger Fransî Sophîe Huet a ku di 29'ê Tîrmeha 2017'an de ji be nexweşiya penceşêrê jiyana xwe ji dest da, di 20'ê Çileya 1952'yan de li Parîsê ji dayik bibû. 
 
Sophîe, ya ku ji bo Rojnameya Le Fîgaro nûçeyên siyasetê amade dikirin, jina yekem a ku bû seroka Cemiyeta Rojnamegeran a Parlamentoyê. Sophîe, di 1978'an de dest li Parlamentoya Fransayê bi nûçegîhantiyê dest bi rojnamegeriyê kiribû.  
 
2021: Komeleya Şopandina Wekheviya Zayendî (CEÎD), Rapora Şopandinê ya Salane ya Şopandina Wekheviya Zayendî ya Tirkiyeyê amade kir.