28'ê Tîrmeha 2021'ê: CFWIJ kampanyaya îmzeyê da destpêkirin

  • 09:01 28 Tîrmeh 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
Koalîsyona di Rojnamegeriyê de Jin (CFWIJ), li dijî şîdeta polîsan ku jinan dike hedef û tundiya ku jinên rojnameger di dema şopandina nûçeyan de ji polîsan dibînin, bi daxwaza ku bi awayê azad rojnamegerên jin bikaribin karê xwe bikin kampanya îmzeyê da destpêkirin. Gelek kes sazî û rêxistinan piştgirî dan kampanya îmzeyê ya bi etîketa #GüvendeDeğiliz (Em ne di Ewlehiyê de ne)”
 
Hin bûyerên din ên girîng ku îro di dîrokê de qewimîne wiha ne:
 
1992: Ji nivîskarên jin ên yekem a serdema komarê nivîskar û wergervan Mebrure Alevok di Kanûna 1907'an de li Stenbolê ji dayik bû. Berhemên telif ên wekî çîrok, roman, senaryo, bîranîn nivîsandiye. Ew yek ji jinên nivîskar a wêjeya cîhanê li Tirkiyeyê daye naskirin e. Mebrure Alevok, di 28'ê Tîrmeha 1992’yan de jiyana xwe ji dest dide.   
 
2014: Ji bo bîranîna siyasetmedara jin a kurd Fîdan Dogan a li Parîsê hat kuştin Mîhrîcana Gel a Sev-Der cara çarem hat lidarxistin. Gelek kes beşdarî merasîma bîranînê ya li ser Goristana Barişhan Çiplak bûn.   
 
2016: Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo jin bêtir beşdarî aboriyê û jiyana civakî bibin Navenda Pêşxistina Îstihdama Jinê (KIGEM) vekirin. 
 
2016: Ji ber destûra hevdîtinê ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nehat dayin jinên girtî yên PKK û PAJK'î yên li Girtîgeha Jinê ya Sîncanê ji bo hişyariyê dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya 3 rojî kirin.