22 Temmuz 2022: Foruma Şoreşa Jinan hat lidarxistin

  • 09:01 22 Tîrmeh 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
Di 22’ê Tîrmeha 2022’an de bi pêşengiya Kongra Star, Meclisa Jinên Sûriyeyê, Meclîsa Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Akademiya Jineolojiyê, Yekîtiya Jinên Suryanî, Koma Jinan a Zenûbiya û Jinan û Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ)  li Zanîngeha Rojava ya Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  Foruma Şoreşa Jinan a Rojhilata Navnî ku du rojan dewam kir hate lidarxistin. 
 
Hin geşedanên girîng ku di vê rojê de pêk hatine wiha ne:
 
1849: Nivîskara Amerîkî ya helbestkar û wergervan, û di heman demê de aktîvîst, îro ji dayik bû.
 
2016: Mala Jinê ya Çîçek a ku di bin banê Şaredariya Artuklu ya Mêrdînê de xebatên xwe meşandin hat vekirin. 
 
2019: Navenda Jiyana Jinan a Zîlan bi merasîmekê ji aliyê Şaredariya Erdîşê ve hat vekirin. Piştî qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin, Navenda Jiyana Jinê ya Zîlan di Cotmeha 2019'an de hat girtin. 
 
2020: Li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Federal a Kurdistanê bi pêşengiya Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) li dijî êrîşên dewleta Tirk meşeke girseyî hate lidarxistin. Bi sedan kes beşdarî meşa bi dirûşma "Ji berxwedana li dijî dagirkeriyê re erê" bûn. Meşê ji Kolana Saholeke dest pê kir heta navenda bajêr berdewam kir.