21'ê Tîrmeha 1656'an: Elizabeth Key Grinstead li dijî koletiyê azadî bi dest xist

  • 09:01 21 Tîrmeh 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
 
Elizabeth Key Grinstead a li koloniyeke Bakurê Emerîkayê ji dayik bû ji bo azadiya xwe bi dest bixe serî li dadgehê da. Di sedsala 17'emîn de pir zêde dihat xuyakirin ku mêrên spî ji jinên Efrîkayî yên kole dibûn xwedî zarok. 
 
Zarokên melez girêdayî statuya diya xwe wekî kole dihatin qebûlkirin û ji mafên xwe bêpar dihatin hiştin. Elizabeth a ku ispat kir ku bavê wê Îngiliz û Xiristiyanekî hatiye waftîzkirine û di 21'ê Tîrmeha 1656'an de bi biryara dadgehê gihaşt azadiya xwe. Her wiha zarokên wê jî azad bûn. 
 
Hinek geşedanên din ên di dîrokê de îro qewimîne wiha ne:
 
1896: Antropolog, bijîşk û pispora xwedîbûnê Sophie Bledsoe Aberle îro ji dayik bû. Sophia beşek ji emrê xwe ya zêde li herêma Çermsor (Kızılderili) derbas kir. Sophie di 1996'an de jiyana xwe ji dest da.  
 
1960: Siyasetmedar Sirima Ratwatte Dias Bandaranaike, di 17'ê Nîsana 1916’an da ji dayik bû. 61 sal berê seroka Sri Lankayê bû. Her wiha yekemîn jina serok a li cîhanê jî tê zanîn. Sirima di 10'ê Cotmeha 2000'î de jiyana xwe ji dest da. 
 
2016: Piştî civîna MGK'ê biryara OHAL'ê di Rojnameya Fermî de hat weşandin û ket meriyetê. Bi vê biryarê gelek komele hatin girtin û gelek kes bi KHK'ê hatin îhraçkirin.