19'ê Tîrmeha 2012'yan: Bingeha Şoreşa Rojava hat avêtin

  • 09:01 19 Tîrmeh 2024
  • Di Dîrokê De Îro
Meclîsa Gel a Kobanê berpirsiyariya rêveberiya Kobanê girt ser xwe û ev bû çirûska destpêkê ya Şoreşa Rojava ya wekî Şoreşa Jinê tê pênasekirin. Di 15'ê Adara 2011'an de şerê navxweyî yê Sûriyeyê dest pê kir û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî rejîma Esad û DAIŞ'ê di 19'ê Tîrmeha 2012'yan de bingeha rêya sêyem a wê qedera xwe tayin bikirana avêtin. 
 
Avakirina rêya sêyem a li Kobanê veguherî Şoreşa Rojava û ne tenê ji bo gelê kurd ji bo ereb, turkmen, ermenî û suryaniyên li Sûriyeyê dijîn bû hêviyek. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên di warê çareseriya bi muzakereya demokratîk de israr dikirin bi êrişên DAIŞ û dijmên şoreşê rû bi rû man. Di serî de jin hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji Kobanê dest pê kirin û bi serhildanek dîrokî DAIŞ têk birin. 
 
Bi Rêveberiya Xweser a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sîstema hevserokatiyê pêk tê. Ji xeynî saziyan hêza xweparastinê ya jinan jî heye. Şoreşa Rojava ya wekî Şoreşa jinê tê pênasekirin ji hemû gelan re bû hêvî û ronahî. 
 
Hinek geşedanên di dîrokê de îro qewimîne wiha ne:
 
1984: Pîlota bi navê Lynn Rippelmeyer a jina yekem a ku li ser atlantîkê Boeing 747 bi kar anî li Îngilistanê wekî jina salê hat hilbijartin. 
 
2013: Nivîskar Leyla Erbil di 82 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.  
 
2014: Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê ji bo silavkirina Şoreşa Rojava û ji bo êrişên DAÎŞ'ê yên li ser Kobanê şermezar bikin li ber Metroya Aksarayê dest bi çalakiya rûniştina a bêdem kirin. 
 
2016: Serokatiya Daîreya Polîtakyên Jinê ya Şaredariya Bajarê Mezin li 50 gundan ji 1102 jinan re perwerde da.  
 
2019: Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E), êrişa Tirkiyeyê ya li dijî Mexmûrê ya bi balafirên şer şermezar kir û bang kir ku jinên Kurdistanî û dostên wan bertekê nîşanî êrişan bidin. 
 
2021: Bi pêşengiya Weqfa Koma Piştgiriyê ya bi Jinên Êzidî re li Mekteba Sor a Şengalê ya ku DAÎŞ'ê di dema komkujiyê de gelek jin li wir kom kiribûn jinan çalakiya şermezarkirinê kirin.